Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
Di demeke ku li Rojhilata Navîn û her çar perçeyên Kurdistanê pêşhateyên gelekî girîng rûdidin de li her perçeyekî Kurdistanê û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê avakirina mekanîzmayeke temsîlîyeta neteweyî, êdî ji her deme zêdetir wek pêwîstî û zerûrîyeteke ku divê qet neyê li paş xistin li ber derîyê me ye.
Ji alîyekî Dewleta Tirkîyeyê bi hemû dezgehên xwe ve sîyaseta ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek ala, yek ziman’’ dimeşîne; bi navê ‘’Pêvajoya Tirkîyeya Bê Teror’’, dixwaze li Tirkîyeyê kes behsa mafên neteweyî, kolektîf ên miletê Kurd nekin û bi ‘’Pêvajoya Herêma Bêteror’’ jî dixwaze li tu perçeyên Kurdistanê kurd statuyeke milî, coğrafik, sîyasî bidest nexe.
Lê bele ji alîyekî jî bi navê ‘’neteweya demokratik, cimhûrîyeta demokratîk, entegrasyona demokratik, civaka komunal, hemwelatîya wekhev’’ sîyasteke ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û mafê bi statuyeke milî, cografik, sîyasî xweîdarekirina miletê Kurd û gelê Kurdistanê tune dihesibîne tê meşandin.
Di rewşeke weha de girîngîya tifaq û temsîlîyeteke neteweyî, kurdistanî zêdetir derdikeve pêş.
Em Dibêjin bingehên sîyasî yên temsîlîyeta neteweyî dikare li ser van xalan bêne avakirin: Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û li ser esasê statuyeke milî, coğrafik, sîyasî qebûl kirina mafê çarenûsî û bi statuyeke milî, coğrafik, sîyasî xwe îdare kirina gelê Kurdistanê. Bernameya ji bo pêkanîna daxwazên acîl ên miletê Kurd jî divê bi vê çerçoweya sîyasî re bê meşandin.
Nuha di sehê de, di pratîkê de di derbarê avakirina temsîlîyeta neteweyî de du xebatên berbiçav hene.
Bi organîzasyona PALTFORMA CIWANÊN SERBIXWE (Tevgera Vejînê ya Kurdistanê-VEJÎN), PÊLKURD, PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) , PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) û KESAYETÊN SERBIXWE YÊN KURDISTANÎ, bi beşdarîya nêzîkî 150 sîyasetmedarên kurd, di 14ê Adara 2026ê de li Amedê konferansek hate li dar xistin. Di vê konferansê de, li gel hinek nêrînên cuda jî bi awayekî giştî çerçoweyeke sîyasî ya kurdistanî hate qebûl kirin. Herweha konferansê biryar da ku pêkhateyên konferansa 14ê adarê, pêkhateyên konferansa 28-29ê adarê, HAK-PAR, PDK-BAKUR û hemû alîyên peywendîdar ên kurdistanî, ji bo avakirina temsîlîyeteke hevbeş ya neteweyî û kurdistanî bi hev re xebatekê bimeşînin. Di vê konferansê de KOMÎTEYA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ hate wazîfedar kirin.
Herweha li ser banga 100 kesayetên serbixwe yên kurdistanî, bi beşdarîya nêzîkî 150 sîyasetmedarên kurd di rojên 28-29ê adara 2026ê de li Amedê konferanseke din jî hate li dar xistin. Di vê konferansê de li gel hinek nêrînên cuda jî bi awayekî giştî çerçoweyeke sîyasî ya kurdistanî hate qebûl kirin. Di vê konferansê de jî ji bo pêkhateyên vê konferansa di 28-29ê adarê de li dar ket, pêkhateyên konferansa 14ê adarê û hemû alîyên peywendîdar ên kurdistanî, ji bo avakirina temsîlîyeteke hevbeş ya neteweyî û kurdistanî bi hev re xebatekê bimeşînin biryar hate girtin. Di vê konferansê de PLATFORMA NETEWÎ YA KURDAN hate ava kirin
Di biryarên herdu konferansan de gelek xalên hevbeş hene û herdu konferans jî pîroz in, cîhê dilxweşîyê ne, berhema hişmendîya neteweyî ne. Tiştê maqûl û rast ew e ku, hemû rêvebir û pêkhateyên herdu konferansan, hinek nêrîn û dudilî û hesasiyetên xwe yên şexsî deynin alîyekî û li gorî biryarên ku di herdu konferansan de hatine girtin, bi hesasîyet û berpirsyarîyeke neteweyî tevbigerin. Divê herkesek hişyar be ku, bi gotin û helwestên xwe zerarê nede biryarên herdu konferansan û hûnandina tifaqa neteweyî.
Cîhê dilxweşîyê ye ku KOMÎTEYA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ biryar girtîye ku ji bo tifaqa neteweyî bi HAK-PAR, PDK-BAKUR û PLATFORMA NETEWÎ YA KURDAN (konferansa 28-29ê adarê) re hevdîtina pêk bîne.
Herweha dîsa cîhê dilxweşîyê ye ku Meclîsa PLATFORMA NETEWÎ YA KURDAN jî di daxuyanîya xwe ya ku di roja 28.04.2026ê e belav kirîye de biryar daye ku bi KOMÎTEYA HEWLDANA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA BAKURÊ KURDISTANÊ û partî û rêxistinênên din ên neteweyî re ji bo tifaqa neteweyî hevdîtinan bikin.
Ev herdu biryar jî pîroz in û dikare li Bakurê Kurdistanê ji bo tifaqa neteqeyî bibe destpêkeke dîrokî.
Bi ya me, nuha bêyî ku wext bê dirêj kirin, divê di zûtirîn demê de, di destpêkê de rêvebirên ku di herdu konferansan de hatine wazîfedar kirin û HAK-PAR, PDK-BAKUR û hemû alîyên peywendîdar ên kurdistanî civîneke hevbeş li dar bixin; ji bo zelalkirina çerçoweya sîyasî ya hevbeş û ji bo destpêkirina xebata avakirina temsîlîyeteke neteweyî, gava pêşî bavêjin.
Divê civîna pêşî, di dema herî kurt de û bi beşdarîya alîyên ku dikarin beşdar bibin bê li darxistin û di vê civîna pêşî de çerçoweya sîyasî ya hevbeş û bernameya xebatê ya ji bo avakirina temsîlîyeta neteweyî bê zelal kirin. Lê divê derîyê xebatê her dem ji beşdarîya alîyên kurdistanî yên ku dê di demên pêş de beşdarî nav xebatê bibin re vekirî be.
Em di wê bawerîyê de ne ku ji bo berjewendîyên miletê me ya rast ew e ku di demeke herî kurt ya maqûl de ji bo avakirina temsîlîteyeke neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, wan pêkhateyên ku me li jor behs kirine, pişti amadekarîyeke rêk û pêk, di demeke maqûl de konferanseke hevbeş li dar bixin, mekanizmaya temsîla neteweyî ava bikin û vê mizginîyê bidin gelê me.
03.05.2026
Mustafa OZÇELÎK
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)