Pedersen: Hevdîtinên gera 8emîn a Destûra Sûriyê destpê dikin

.

 Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand, gera nû ya danûstandinên Komîteya Destûrê, dê roja 28ê Gulanê li Cenêvê birêve biçin.

Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen duh 22.05.2022yê piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li paytexta Sûriyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Me behsa biryara lêborîna ku ji aliyê Serok Esed ve hatibû derkirin kir. Bi hêvî me her pêşketinek di vê dosyayê de were kirin, em bên agahdarkirin.”

Derbarê lidarketina civînên Komîteya Destûrê de, Pedersen got: “Em ê civîna Komîteya Destûrê roja 28ê vê mehê li Cenêvê bikin. 15 endamên aliyên civaka sivîl, 15 endam ji aliyê hikûmetê û 15 endam ji aliyê opozîsyonê dê beşdar bin. Ez bi hêvî me ku ev hevdîtin erênî be.”

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) diyar kir, Miqdad û Pedersen li ser xebatên ji bo xurtkirina aramiyê bi berfirehkirina çarçoveya lihevkirinan û çareseriyê li herêmên cuda yên Sûriyê gotûbêj kirin.

Komîteya Destûrê ya Sûriyê roja 25ê Adara borî karê gera heftemîn li Cenêvê bi dawî anî, bêyî ku kongireya dawî were lidarxistin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê