Pedersen: Di encama zêdebûna eleqeya bi Sûriyê re, em gihan astekî girîng

.

Nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê ji bo Sûriyê Geir Pedesren di civîna konseya ewlehiyê ya NY de axifî, endaman ji pêşdeçûnên dawiyê agahdar kir û got:

“Ji herêmê ji bo Sûriyê ji nûh de eleqe gelek zêde bû û di encamê de em gihan asteka girîng. Ev eleqe, dibe ku alîkariya me bike da em çareyekî ji krîza siyasî re bibînin. Ji bo em karibin pêş de herin, divê teref pêngavan bavêjin. Pêdiviya me bi hemû terefan heye.

NY an aktotekî din bi tena serê xwe nikare li Sûriyê çara siyasî bibîne. Ji bo çareseriya Sûriyê pêdivî bi gelek mifteyan heye. Van miftan di destê aktorên cuda de ne.

Erdheja di 6 ê sibatê de ya li Tirkiyê ku bandorê li Sûriyê jî kir, divê bi şerê 12 salan re bê nirxandin û li Sûriyê krîza mirovî ya gelek zêde heye û hê jî pêdiviya wan bi desteka we heye.”

Li gor ragihandina rêvebiriya fînansê û koordînasyona mirovî ya NY Lisa Doughten; 384 milyon dolar pere ji bo mexdûrên erdhejê û mexdûrên şer yên li Sûriyê hatiye komkirin lê hê jî pêdivî bi destekê heye.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’