PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin

.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo 450 bûk û zavayan li Dihokê daweteke bikom saz kir.

Berpirsê PDKyê yê Dihokê da zanîn ku ew dê 10 milyon dînarên Îraqî wekî alîkarî bidin her bûk û zavayekî.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) doh di salvegera 79emîn a damezirandina xwe de li Dihokê ji bo 450 bûk û zavayan (900 kes) bi amadebûna malbatên wan daweteke bikom li dar xist.

Berpirsê PDKyê yê Dihokê Yûsif Sebrî li ser mijarê ji Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd re got, “Ev ji bo ciwanan diyariya cenabê Serok e.”

Yûsif Sebrî diyar kir ku dê mesrefên dawetê li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê bin û dê 10 milyon dînarên Îraqî jî wekî diyarî bidin her bûk û zavayekî.

Sebrî da zanîn ku bûk û zava ji hemû navçeyên parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ne.

Berpirsê PDKyê yê Dihokê Yûsif Sebrî got:

“Li ser fermana Serok Mesûd Barzanî, destnîşankirina bûk û zavayan bêyî liberçavgirtina nêrînên hizbî, siyasî, dînî û neteweyî bûye û Kurd, Ereb, Asûrî, Kildan, Siryan, Misilman, Êzidî û Xiristiyan tê de beşdar in.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê 16ê Tebaxa 1946an hat damezirandin.

Destpêkê navê wê Partiya Demokrat a Kurd bû lê piştre di kongreya 3yemîn a li Kerkûkê de biryar hat dayîn ku navê wê bibe Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Kurdistan Haberleri

PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
Ehmed Şer: Em parçebûnê qebûl nakin
Bafil Talebanî ji PDKê re: Divê em bi hev re kar ji bo bihêzkirina Herêmê bikin