PDKê komîteyek ji bo danûstandinan ligel aliyên siyasî ava kir

.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) komîteyek ji bo danûstandinan ligel aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya dehem pêk anî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Mekteba Siyasî ya PDK'ê ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê bi partiyên siyasî re komîteyek ava kir.

Gelek endamên mekteba siyasî û hin serkirde û endamên mekteba rêxistinên parêzgehan dê beşdarî wê komîteyê bibin, ku dê bi serokatiya Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî bê lidarxistin.

Piştî ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryara îtîrazê bide, tê payîn ku komîte bi partiyên siyasî re dest bi danûstandinan bike.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne