PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin

.

Her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji bo çareserkirina krîza mûçeyan a li herêmê biryar da ku bi hev re tevbigerin.

Piştî lûtkeya bilind a ku li Pîrmamê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî hat lidarxistin, di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:

“Li ser wê yekê lihevhat çêbû ku hemû hewl ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên zêdekirin.”

Endamên polîtburoyên PDK û YNKyê bi temamî beşdarî civîna krîtîk a îro bûn.

Mijara sereke ya rojeva civînê, mûçeyên fermanberan ên ku ji ber nakokiyên li gel hikûmeta federal a li Bexdayê demeke dirêj e rastî astengiyan tên û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû.

Tekezî li ser destûrê hat kirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aliyên siyasî, aborî û civakî bi awayekî berfireh hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê dê “di çarçoveya destûrê de û bi hevahengiya tam a her du aliyan” bên avêtin.

Li gorî daxuyaniyê herwiha mijara bihêzkirina pêwendiyên di navbera her du partiyan de jî derket pêş.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo derbaskirina astengî û zehmetiyan û bi armanca parastina statu û destkeftiyên Herêma Kurdistanê, dê girîngiyeke taybet ji bo xurtkirina zêdetir a pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de bê dayîn.”

Banga yekîtiyê

PDK û YNK ne tenê di navbera xwe de her wiha bangî hemû aliyên siyasî yên li Kurdistan û Îraqê jî kir ku piştgiriyê bidin çareseriya krîza mûçeyan.

Di lûtkeyê de her du aliyan bal kişan ser girîngiya wê yekê ku hemû alî helwesteke hevpar nîşan bidin û beşdarî çareseriya krîzê bibin.

Li gel Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî jî beşdarî civînê bûn.

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin
Li Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin