PDK û YNK amadehiya civînê dikin, Tom Barrack jî tê Hewlêrê

.

 Roj bi roj qeşaya siyasî ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de nêzîkî helînê dibe.

Niha her du alî amadehiya xwe ji bo civînê nîşan didin û Yekgirtûya Îslamî ya ku navbeynkariya wan dike jî dibêje, "Hewleke cidî heye ku di demeke nêzîk de civîn were kirin."

Zêdetirî şeş mehan e PDK û YNK wekî du pêkhênerên sereke yên kabîneya nehem a hikûmetê û xwediyên du fraksiyonên herî mezin ên gera şeşem a parlamentoyê neciviyane.

Piştî derbasbûna zêdetirî sal û nîvekê di ser hilbijartinan re, parlamentoyê tenê rûniştinek kiriye û heta niha desteya serokatiyê hilnebijartiye.

Guftûgoyên nerasterast hene

Çavkaniyeke ji Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji Rûdawê re got:

"Niha ji her demê zêdetir zemîn ji bo civînê guncav e û ji bo civînê guftûgoyên nerasterast hene."

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Pola Talebanî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku her du alî (PDK û YNK) ji bo civînê amade ne û got:

"Bi taybetî piştî ku Encumena Wezîran civîna xwe ya mehane kir û li wê derê Kek Mesrûr û Kek Qubad hevdû dît, ev amadehî çêbû.

Di navbera PDK û YNKyê de guftûgo û peyamşandin hene lê bi awayekî fermî dema civînê nehatiye diyarkirin."

Hatina Tom Barrack û civînên wî

Li gorî agahiyên Rûdawê, Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack sibe tê Hewlêrê.

Li gorî agahiyan, Tom Barrack dê bi awayekî cuda bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Çavkaniyeke ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî ji Rûdawê re daxuyand, "Tom Barrack dê bi serkirdayetiya YNKyê re jî bicive."

Li gorî aghiyên Rûdawê, Tom Barrack xeyn ji mijarên navxweyî yên Îraqê dê li ser civîna PDK û YNKyê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê re guftûgoyan bike.

Encama navbeynkariya Yekgirtûyê

Ji bo navbeynkariya di navbera PDK û YNKyê de, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Selahedîn Behaedîn dest bi hewldanan kiriye.

Ew 17ê Gulanê bi Bafil Talebanî û 18ê Gulanê jî bi Mesrûr Barzanî re civiyan.

Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Derbaz Kosret li ser vê destpêşxeriyê berê ji Rûdawê re gotibû:

"Kî destpêşxeriyeke xêrê bike, em erênî dibînin. Mamoste Selahedîn hat ba YNKyê û em bi hemû xalên wî razî bûn."

Derbaz Kosret di wê baweriyê de ye ku ev rewşa niha ya Îraqê nû ye û aliyan neçar dike ku bicivin û anî zimên:

"Heta niha dem ji bo civînê nehatiye diyarkirin. Me deriyê xwe negirtiye û em bawer dikin ku divê em pirsgirêkan bi guftûgoyê çareser bikin."

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKyê Hoşyar Sîweylî jî ji Rûdawê re axivî û diyar kir:

"Ez geşbîn im ku ew destpêşxeriya mamoste encameke baş bide. Dê Herêma Kurdistanê ji vê rewşa asêbûyî rizgar bibe ku rewşa asêbûyî ya pêkneyanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Babekir îro duşemê ji Rûdawê re eşkere kir:

"Hewleke cidî heye da ku di demeke nêzîk de civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê were kirin."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Stockholmê Kêlîlka Bîranîna Eyup Alacabeg
LI RUHAYÊ KONFERANSA PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE
Şandeke bilind a veberhênana Amerîkayê gihîşt Hewlêrê
Lîndizî Giragam, ez li cudahiya nerîna Tehran û Waşingtinê nîgeran im
Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê pêşhatên deverê nîqaş kirin