PDK-T : Dagirkirina Efrinê Ne Çareserî ye

Dewleta Tirk van rojên dawî bajarê Kurdistana Suriya Efrinê dagirdike.

Dewleta Tirk van rojên dawî bajarê Kurdistana Suriya Efrinê dagirdike. Bi hevalbendên xwe yên heremî dixwazin kontrola Efrinê bixin destê xwe. Hicetê dagirkirin û şer yên fermî Xwedêgiravî “pirsa terörizm û ewlekariya Tirkiyê ye”. Weke miletê Kurdistanê me ew hicetên hanê bihezar caran bihistinê. Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku ev hicet gelekî bêwatebûne, ji ber ku şer û dagirkirin bi xwe tund û tijê ye hergav xurtir dike.

Dewleta Tirk heta nûha ji bona pirsa Kurdan li Rojhilata Navin nebûye xwediyê projeyên çareseriyê. Dewlet di vê pirsê de hicetên vala derdixine peşberiya raya giştî. Xwe û derdora xwe ji di pirsa Kurdan de dixapinê. Pirsa Kurdan li Rojhilata Navin hemû Kurdan elaqedar dike. Divê çareseriyên demdirêj werin niqaşkirin. Miletê Kurd divê di Rojhilata Navin bibe xwedî mafên netewî, huquqî, ekonomi weke Tirk, Faris û Ereban. Miletê Kurd ne kêmî tu miletan e. Mafê ciranên me çibin, em weke miletê Kurd heman mafan dixwazin. Em wekheviyê dixwazin.

Dagirkirin û şer li Efrinê xizmeta çareseriyê nake. Pirsa Kurdan aloztir dike. Kesên bêguneh dibin qurbanî. Bajar werandibin, gelê sivil koçber dibe, zarok dibin goriya şerê bêwatê.

Ji ber van sedeman em weke PDK-T ji dewleta Tirk daxwaz dikin ku şer û dagirkirin bidawî were. Pirsa Kurdan li Rojhilata Navin bi rêbazên guftogo û aşîtiyana, bê şer û pevçûn çareser bibe. Ji bona vê pirsa divê aliyên Kurdan yêkrêzîyê, hevkariyê û netewayetiyê derxinin pêş. Xwe ji bona çareseriya mezin amade bikin û li hemberi tund û tujiyê derbikevin.

                                                                                                                                                                              Navenda PDK-T

Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da