PDK-Îyê bersiv da Konsulê Giştî yê Îranê: Em qurbaniyên terora siyasî ne

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î bersiv da Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î bersiv da Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî.

PDK-Îyê diyar kir ku partiya wan û gelê Kurd qurbaniyên siyaseta "terora siyasî û zordariyê" ya Komara Îslamî ne.

Navenda Kargêriyê ya Partiya (Hizba) Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î)daxuyaniyek belav kir.

Ev daxuyanî wekî bersivek bû ji bo axaftinên Feramerz Esedî ku di hevpeyvîneke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de partiyên Rojhilatê Kurdistanê wekî "komên terorîst û têkder" bi nav kiribûn.

"Partiya Demokrat qurbaniya terora siyasî ye"

Di daxuyaniya PDK-Îyê de hat gotin:

"Tiştê ku di dîroka çend dehsalên borî de qewimiye nîşan dide ku Partiya Demokrat û rêberên wê ji ber Komara Îslamî bûne qurbaniyên siyaseta terora siyasî û zordariyê.

Her wiha zordariya li ser xelkê Kurdistanê, kuştin û girtina çalakvanên siyasî û sivîl û hewldanên bêdengkirina dengê nerazîbûnê yê di civaka Kurdistanê de parçeyek ji dîroka reftara Komara Îslamî ya li hemberî Kurdistanê ne."

PDK-Îyê her wiha destnîşan kir ku divê Komara Îslamî bizanibe ku têkoşîna mafxwazane ya Kurdan a li Îranê bi teror, zordarî û mûşekbarankirinê bi dawî nabe û ji bo kêliyekê jî ranaweste.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin:

"Di dawiyê de divê rejîm li hemberî dîroka zordarî û terora xwe ya siyasî ya li hemberî tevgera Kurd û neyarên siyasî yên li Îranê bersivê bide.

Bê guman çarenivîs û paşeroja rejîmeke ku bi siyaseta terorê ewlehiya Rojhilata Navîn û cîhanê kiriye rehîne, tenê hilweşîn û herifîn e."

Feramerz Esedî çi gotibû?

Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî 8ê vê mehê di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê qala mijara bombebaranan û rewşa partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê kiribû.

Esedî diyar kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê tenê du armanc hene ku ew jî berjewendiyên Amerîkayê û "komên cudaxwaz ên li dijî şoreşê" ne.

Konsulê Giştî yê Îranê her wiha îdîa kiribû ku piştî şer û peymanan jî endamên Partiya Demokrat "çûne nava axa Îranê û pêşnimêjekî înê û mamosteyek kuştiye."

Feramerz Esedî eşkere kiribû ku ew bi rêya hikûmeta Îraqê, Herêma Kurdistanê û polîsê Înterpolê dixwazin li dijî berpirsên van partiyan rêkarên yasayî bên girtin.

Esedî ew baregeh û kampên ku tên armancgirtin li şûna xelkê sivîl wekî "baregehên leşkerî yên komên dijî şoreşê" bi nav kiribûn û ew bi hevahengî û têkiliyên li gel Îsraîlê yên li dijî navendên ewlehiyê yên Îranê tohmetbar kiribûn. (RN)

Kurdistan Haberleri

Zindî Kurdistan Li Hisîçayê alozî: 'Ma Kurd vê qebûl dikin?'
Amerîka: Em rewşa Hisîçayê ji nêzîk ve dişopînin
Neteweyên Yekbûyî: Em dê aloziyên li Hisîçayê bişopînin
Li Hisîçayê xwenîşandan: Hêzên ewlehiyê gule reşandin
Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrîşî kampa awareyên Rojhilat li Kewrgoskê hat kirin