PDK-Iranê bi şehîdên hevalên pêşîn xemgîn e!

Deftera Siyasî ya PDK-Iranê de derbarê teqîna Koyê de daxuyanî da

 Deftera Siyasî ya PDK-Iranê de derbarê teqîna Koyê de daxuyanî da; di daxuyanêyê de dibêje;

”Şeva 20 li ser 21’ê Desamberê, ku şeva Yelda bû, demjimêr derdora 10’ê şevê, di demekê de ku hevalên me yên pêşîn di rêûresma Şeva Yelda de bûn, du bombên danayî teqiyan û çar pêşmergeyên hevalên pêşîn bi navên Elî Qûytasî, Wehab Mîrxizrî, Salar Baqirî, Erselan Ebasniya, û endameke Yekîtiya Lawan bi navê Nasir Kerîmî û endameke Asayişê bi navê Ednan Ebdullah şehîd bûn, û çendîn kes jî birîndar bûn. 

Eva ku heya niha hatiye belavkirin û herweha zaniyarî bas ji vê dikin ku, ev bûyer kiryarekî terorîstî û pilandarêtî bûye, û teqîna yekemîn bona handan û rakêşana bala xelkê bûye, da ku di teqîna duyemîn de zirarên zêde yên canî bigehînin, û ev cure kiryarên dije mirovî, ji şêwazên teqîn û kiryarên Komara Îslamî diçin, ku salên berê jî, li dijî PDKÎ û hêzên din ên dijberî rejîma Îslamî bikar dianîn.

Deftera Siyasî a PDKÎ serbarê nîşandana hevxemiya xwe digel Hevalên xwe yên Pêşîn, hevçeperên wan şehîdan û malbatên wan, û herweha hevxemiya digel malbata karsazê Asayîşa Koyê, û hevkarên wan, hêviya baştirbûna birîndaran di dema herî zû de dixwaze, û careke din destê reş ê terorê û çavkaniya terorîzmê di cîhanê de, wate rejîma Îslamî pirotesto dike.

Ev kiryara terorîstî careke din nîşan da ku, teror û çavkaniya terorîzmê digel hemû bingehên azadî û mirovahiyê neteba ye, û rejîma Îslamî ya Îranê gefek e cîhanî ye bo ser jiyana însanî.”
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike