Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ragihand ku şeva borî û berê vê sibehê Îranê êrişî baregehên wan ên li Hewlêrê kiriye.
PDK-Îyê her wiha da zanîn ku di êrişan de ti zererên canî çênebûne.
Endamê Birêvebiriya PDK-Îyê Mihemed Nezîf Qadirî îro ji Rûdawê re axivî û got:
“Şeva borî û berê vê sibehê Komara Îslamî ya Îranê êrişî baregehên me yên li bilindahiyên Soranê, Balîsanê û Kampa Cêjnîkanê kir. Êriş bi 3 dronan hatin kirin û tenê zererên madî çêbûn."
“Îranê kampa sivîlan kirin armanc”
Her wiha PDK-Îyê di daxuyaniyekê de got, "Êriş berê sibeha îro di navbera demjimêr 02:30 û 02:40î de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatin kirin.
Pêşî bi 3 dronan êrişî bilindahiyên Balîsanê hat kirin. Piştî demeke kurt jî Kampa Cêjnîkanê ya li nêzîkî Hewlêrê hat armanckirin ku ew der cihê niştecihbûna malbatên PDK-Îyê ye."
Zêdetirî 156 mûşek û dronan
Li gorî amarên PDK-Îyê, ji destpêka şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de heta niha bi zêdetirî 156 mûşek û dronan êrişî baregeh, kampên malbatan û navendên tenduristiyê yên partiya wan hatine kirin.
Dijîterora Kurdistanê jî ragihand ku berê vê sibehê 10 dronên bombebarkirî li asmanê bajarê Hewlêrê di nava zêdetirî du demjimêran de hatine xistin.
Amarên Rûdawê yên li ser êrişan
Artêşa Amerîkayê şeva borî li dijî binesaziya leşkerî ya asmanî û deryayî ya Îranê dest bi pêleke tund a êrişan kir.
Medyaya Îranê jî ragihand ku li hemberî vê yekê, hêzên Îranê li dijî armancên Amerîkayê dest bi operasyonê kir.
Li gorî şopandina Rûdawê ji destpêka şer ve heta niha bi 993 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di van êrişan de 32 kesan canê xwe ji dest daye û 156 kes jî birîndar bûne.