PDK: Divê dan û standinên Hewlêr û Bexdayê tevlîhev nebin

.

PDKyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo avakirina hikûmetê bi dirêjkirina pêvajoyê tohmetbar kir û got, "Divê dan û standinên hikûmeta Herêmê û Bexdayê tevlîhev nebin."

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya.

Di daxuyaniya piştî civînê de helwesta xwe ya li ser pêkanîna Kabîneya Dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dan û standinên bi Bexdayê re, hilbijartinên Îraqê û bipêşketinên li Tirkiye û Sûriyeyê eşkere kir.

Komîteya Navendî ya PDKyê îro bi amadebûna alîkarên serok, endamên komîteyê û berpirsên şaxan civîna xwe ya berfireh pêk anî.

Di civînê de pênc mijarên sereke hatin nîqaşkirin:

Kabîneya 10emîn û rexneyên li YNKyê

PDKyê di daxuyaniya xwe de nerazîbûna xwe li hemberî derengketina pêkanîna hikûmetê nîşan da û ragihand ku her çend wan hewl daye hikûmeteke berfireh beriya hilbijartinên Îraqê pêk bînin, lê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) astengî derxistine.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Mixabin Yekîtiya Niştimanî ji ber şîrovekirin û pêşbîniya pêşwext a şaş ji bo encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, dan û standin bê hincet dirêj kirin heta piştî hilbijartinan."

PDKyê tekez kir ku niha jî deriyê wan ji bo lihevkirinê li gorî "para hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê" vekirî ye û divê rêz li dengê xelkê were girtin.

Xaleke girîng a din a vê mijarê ew bû ku PDKyê red kir ku dan û standinên hikûmeta Herêmê û hikûmeta federal bi hev ve werin girêdan û wiha hat gotin:

"Partiya me baş nabîne ku dan û standinên pêvajoya pêkanîna kabîneyên hikûmeta herêmê û federal werin têkelkirin.

Pêwîst e destpêkê pirsa herêmê çareser bikin, paşê pêngavên hevbeş bavêjin ji bo Bexdayê."

Serkeftina di hilbijartinên Îraqê de

PDKyê encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên 11ê Çiriya Paşîn a 2025an wekî "serkeftineke mezin" nirxand.

Li gorî daxuyaniyê, PDKyê baweriya zêdetirî "yek milyon û sed hezar" dengderên li Kurdistan û Îraqê bi dest xistiye.

Di civînê de spasiya kadro, Pêşmerge, malbatên şehîdan û dezgehên ewlehiyê hat kirin û ji namzedên serkeftî hat xwestin ku bibin dengê hemû xelkê Kurdistan û Îraqê û rola xwe di çareserkirina pirsgirêkan de bibînin.

Stratejiya Bexdayê: Yekrêzî û hevbeşî

Derbarê pêwendiyên bi hikûmeta nû ya Îraqê re, PDKyê daxwaza "yekdengî û yekrêziyê" kir.

PDKyê ragihand ku ew dixwazin Kurd li Bexdayê "ne wekî partiyên siyasî, lê wekî neteweya Kurd" dan û standinan bikin.

Daxwazên PDKyê yên sereke ji Bexdayê ev in:

- Bicihanîna prensîbên "hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê".

- Bicihanîna Madeya 140î ya destûrê.

- Damezirandina Encûmena Federal.

- Pêkanîna Dadgeha Federal li gorî destûrê.

- Derketina Yasaya Petrol û Gazê.

- Guhertina yasaya hilbijartinan a Îraqê.

- Çareserkirina mayînde ya budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê.

PDKyê eşkere kir ku ji bo van mebestan "şandeyeke bilind" hatite destnîşankirin.

Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê û pirsa Sûriyeyê

Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî ya herêmê hat nirxandin.

P PDKyê helwesteke erênî li hemberî bipêşketinên li Tirkiyeyê nîşan da û got:

"Ew guherîna ku li Tirkiyeyê hatiye rojevê derbarê çareseriya doza Kurdan û pêvajoya aştiyê cihê hêvî û dilxweşiyê ye û bandora erênî dibe li ser hemû warên siyasî û aborî."

Derbarê Sûriyeyê de jî, PDKyê tekez kir ku aramiya wî welatî girêdayî rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan e, bi taybetî jî gelê Kurd.

PDKyê got, "Aramiya Sûriyeyê girêdayî asta rêzgirtina li taybetmendiya pêkhateyên cuda yên wî welatî ye, di nav de jî gelê Kurd."

Kar û barên navxweyî yên Partiyê

Di mijara dawî de, Mekteba Rêxistina Parêzgehan raporên xwe pêşkêş kirin û biryar hat dayîn ku pêwendiya organên partiyê bi xelkê re bêhtir were xurtkirin da ku daxwazên xelkê zûtir bigihîjin serkirdayetiyê û berpirsên hikûmî.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in