Nivîskar: Suleiman Sulevani
Ziman bi giştî xwediyê têkiliya herî kûr û bingehîn e bi hebûna maddî (fîzîkî) û manewî (rûhî) ya her neteweyekê re. Ew diyardeya herî bilind û nîşana herî berbiçav e di man û nemana her miletî de.
Ji ber vê girîngiya stratejîk, dijmin û dagirker, ji bo tunekirina kokên neteweyekê, pêşî êrişî ziman dikin û hewl didin ku wî zimanî ji binî ve ji holê rakin.
Ew axaftinê li ser milet qedexe dikin, wan ji mafê perwerdehî, nivîsandin û bikaranîna zimanê wan bi temamî bêpar dihêlin.
Dema mijara Zimanê Kurdî, Alfabeya Hevpar û kîjan alfabe baştir e jibo zimanê Kurdî, ya Erebî yan a Latînî, hin xalên bingehîn derdikevin pêş ku naveroka vê nivîsînê pêk tînin: Tez û Pirsgirêk, Alfabeya Latînî, Alfabeya Erebî, Encam û Pêşniyar.
I. Tez û pirsgirêk
Teza sereke: Alfabeyeke hevpar û standardîzekirî, pêwîstiyeke stratejîk e ji bo parastina nasnameya neteweyî ya Kurdî û xurtkirina zimanê Kurdî.
Pirsgirêk: Zimanê Kurdî di navbera Alfabeya Latînî (li Bakur û Rojava tê bikaranîn) û Alfabeya Erebî (li Başûr û Rojhilat tê bikaranîn) de dabeşkirî ye. Ev dabeşbûn pirsgirêkeke ku divê bê çareserkirin; Kurd nikarin bi du alfabeyan bixwînin û binivîsin. Giraniya vê nivîsê wê li ser vê xalê be.
II. Alfabeya Latînî: Argûmentên yekîtî û paşerojê
Bersivên li ser hilbijartina Alfabeya Latînî wekî pergala nivîsandinê ya herî guncaw û bi bandor ji bo zimanê Kurdî, nêzîkatiya berfireh û stratejîk a rewşenbîr û gelê Kurd nîşan dide. Ev argûment bi taybetî li ser sê xalên bingehîn disekinin: Globalîzm (Gerdûnîbûn), Pedagojî (Fêrkirin) û Yekîtî.
1. Têkeliya bi Cîhana Pêşketî re (Globalîzm)
● Zimanê cîhanê yê serdest: Alfabeya Latînî li seranserê cîhanê – li Ewropa, Amerîka, Awistralya û li piraniya welatên pêşkeftî – serdest e. Latînî wekî zimanê zanist, teknolojî, înternet û dahatûyê tê dîtin.
● Pêşketin û zanist: Zanist, xebatên akademîk û pêşketina civakî bi giranî li ser bingeha Alfabeya Latînî ne. Bikaranîna wê, Kurdan digihîne daneyên berfirehtir û weşanên girîng ên cîhanî.
● Entegrasyona Siyasî: Alîkarî û nasîna siyasî ya navneteweyî (nemaze ji aliyê dewletên Rojavayî ve) bi Alfabeya Latînî ve girêdayî ye. Ji bo têkiliyên hêsantir bi Ewropayê re û dûrketina ji bandora Erebî, Latînî tê tercîhkirin.
2. Lihevhatina Fonetîkî û Hêsaniya Hînbûnê
●Li gorî dengên Kurdî: Alfabeya Latînî ya Kurdî ji aliyê dengdêran (a, e, ê, i, î, u, û, o) ve dewlemend e û ji bo derbirîna tam a fonolojiya zimanê Kurdî gelekî guncaw e. Ev yek dibe sedem ku gotin rasttir bêne bilêvkirin.
● Hêsaniya pedagojiyê: Fêrbûn û nivîsandina Latînî pir hêsan e. Ji bo zarokan rehettir e ji ber ku Latînî tenê bi du awayan (tîpên biçûk û mezin) tê nivîsandin, li gorî sê awayên nivîsandina Erebî (destpêk, navîn, dawî).
● Nermkirina Ziman: Gotinên biyanî (bi taybetî yên ji Erebî ketine Kurdî) bi awayekî ku li gor fonetîka Kurdî ye, tên xwendin. Mînak, navên bi tîpên Erebî wek Elî, Hesen, Qadir, Taha wekî erebî nayên xwendin, ew bi fonitîka kurdî tên xwendin.
● Asankirina ji bo Xerîban: Hînbûna Latînî ji bo kesên biyanî ku dixwazin Kurdî fêr bibin, balkêştir û hêsantir e.
3. Yekîtî û Dûrketina ji Bandora Erebî
● Zêdebûna bikaranînê: Hejmara Kurdên ku tîpên Latînî bi kar tînin zêdetir e. Bi texmînî, ne kêmî ji sedî 65 Kurdan Latînî bi kar tînin. Kurdên Bakur û Rojava, ji ber têkeliya bi Tirkî û sîstema perwerdeyê, bi hêsanî fêrî Latînî bûne, û vegera wan li tîpên Erebî ne pêkan e. Herwiha, Kurdên Qafqasya û dîaspora jî Latînî bikar tînin.
● Yekîtî û nasname: Bikaranîna Latînî dibe bingehek ji bo yeknivîsa Kurdî ku dikare ciyawaziya di navbera herêmên Kurdistanê de rake. Wekî ku Celadet Bedirxan jî gotiye, ew dikare nivîsandinê hêsantir bike.
● Dûrketina ji dagirkeran: Latînî wekî rêyek ji bo "ji bandora Erebî qutkirinê" tê dîtin. Alfabeya Erebî wekî alfabeya "dagirkeran" û nîşanek ji bo îzolebûnê tê hesibandin.
Di encamê de, parêzvanên Latînî dibînin ku ev alfabe ne tenê li gorî hewcedariyên dengên Kurdî tê lê di heman demê de ew Kurdan bi cîhana hemdem ve girêdide, fêrbûnê hêsan dike û ya herî girîng, bingeha yekîtiyek neteweyî û çandî pêşkêş dike.
III. Alfabeya Erebî: Bingeha dîrokî û taybetmendiya zimanî
Argûmentên sereke yên alîgirên Alfabeya Erebî li ser parastina kevneşopiyê û lihevhatina fonetîkî ya bi zimanê Kurdî re disekinin:
1. Dîrok û wêjeya klasîk
● Parastina Klasîkan: Hemû berhemên kevnar û dîwanên helbestvanan bi vê alfabeyê hatine nivîsandin.
● Bingeha Pirtûkan: Pirraniya pirtûkên Kurdî yên heyî bi tîpên Erebî ne.
● Esîl û Yekîtî: Ew wekî pergala esîltir tê dîtin ku yekîtiya Kurdan bi awayekî kevneşopî diparêze.
2. Taybetmendiya zimanî
● Lihevhatina fonetîkî: Ji bo hin dengên Kurdî (wekî dengên stûr û yên biyanî yên ku ketine Kurdî) tîpên Erebî guncavtir in.
● Têkiliya devokan: Ew bi hin zaravayan (mînak Hewramî) re baştir li hev tê.
● Tîpên Kêmasî: Hin dengên ku di Latînî de tune ne (mînak ح, غ, ع) dikarin bi Erebî werin nivîsandin.
3. Siyaset, ol û çand
● Dûrketina ji bandora Tirkan: Bikaranîna wê wekî rêbazek ji bo cuda bûn ji Tirkî û siyaseta Latînîkirina wan tê dîtin.
● Dijî-Îdeolojiya Latînî: Latînîkirin wekî bernameyeke dagîrkeran (ji bo perçekirina alfabe û axê) û wekî dûrketina ji çanda Îslamî tê dîtin. Ew Alfabeya Latînî wekî celebek "Rojavayîkirin" an jî dûrxistina ji kevneşopiyên dînî tê dîtin. Di vê çarçoveyê de gotinên wekî "Latînî ye, Ladînî ye" (latînî bêdîn e) hatine bikaranîn.
● Bandora Siyasî: Li welatên ku Kurd têde dijîn, Latînîkirin û standardîzekirina zimanê Kurdî dikare wekî neteweperestiya Kurdî an jî cudabûn ji bo dewletbûnê bê dîtin. Ev dikare bibe sedem ku ev dewlet bi awayekî çalak li dijî pêşniyarên yekîtiyê derkevin an jî piştgiriyê nedin wan.
Mînak, hukûmeta Îraqê di dîrokê de li dijî pejirandina Alfabeya Latînî wekî curekî neteweperestiyê derketiye. Gelek kes hatine zindanîkirin, îşkencekirin û heya hinek hatine sêdarekirin ser vê mijarê. Tirkiye jî kar dikir/dike ku alfabeya Latînî û Behdînî neyê bikaranîn li Başûrê Kurdistanê.
IV. Encam û Pêşniyar
Gotûbêj, rexne û nirxandinên ku li ser ziman û alfabeyên Kurdî tên kirin, pêwîstiyeke bingehîn e ji bo pêşveçûna Kurdî û neteweya Kurd.
Dema ev her du alfabeyên sereke, ya Latînî û ya Erebî, bi kûrahî tên berhevkirin, bi hêsanî tê dîtin ku argûmentên alfabeya Erebî ne ew qasî hêzdar û domdar in û avantajên wê jî gelek sînordar in.
Li ser mijara klasîkên Kurdî û pirtûkên binerx ku bi alfabeya Erebî hatine nivîsandin ku ev argûmenteke sereke ya alîgirên wê ye, çareserî hêsan e: Bi saya teknolojiya nûjen û dîjîtal, ev berhem dikarin bi lez û bi hêsanî ji tîpên Erebî werin transkrîbekirin bo Alfabeya Latînî.
Ez bi xurtî bawer dikim ku Alfabeya Latînî, ji ber hêsaniya wê, lihevhatina wê ya teknîkî û girêdana bi cîhana gerdûnî re, tevî astengiyên siyasî û çandî yên heyî, bijardeya herî baş û guncayî ye ji bo standardîzekirina zimanê Kurdî û bi pêşvebirina neteweyî di cîhana hemdem de.
Ji ber van avantajên stratejîk û gelek xalên erênî yên din, pêwîst e ku rewşenbîrên Kurd, dezgehên çandî, partiyên siyasî û deselatên Kurdan ji bo pêkanîna vê armanca pîroz bi awayekî aktîf, bi xîret û yekgirtî kar bikin.
RUDAW