Partiyên Kurdistanî li Xaneqînê li dijî ‘erebkirinê’ dadikevin qadan

.

 Partiyên Kurdistanî li qezaya Xaneqînê piştgiriya xwe bo daxwazên xelkê herêmê ragihandin û biryar dan ku li dijî siyaseta erebkirinê û ji bo bicihanîna Madeya 140 a Destûrê, çalakiyeke mezin a nerazîbûnê lidar bixin.

Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî li Xaneqînê îro 30ê Tebaxa 2026an civiyan. Mijara sereke ya civînê, guhertinên îdarî yên li herêmê û daxwazên rewa yên welatiyên kurd bûn.

Berpirsê Liqê 15ê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê, Ekber Heyder, derbarê civînê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Li ser daxwaza xelkê Xaneqînê, me wekî aliyên siyasî civînek pêk anî. Me biryar da ku em piştgiriyeke tam bidin banga welatiyan a ji bo lidarxistina xwepêşandaneke cemawerî di roja duşemê de."

Ekber Heyder destnîşan kir: "Armanca me ya sereke, şermezarkirina siyaseta erebkirinê û wan guhertinên îdarî ye ku li dijî destûrê li herêmê têne kirin. Em careke din tekez dikin ku divê Madeya 140 a Destûrê bi awayekî lezgîn were bicihanîn."

Di çarçoveya civînê de, partiyên Kurdistanî bal kişandin ser rewşa ewlehî û îdarî ya Xaneqînê. Hat diyarkirin ku heta Madeya 140 bi temamî neyê bicihanîn, divê ev herêm ji aliyê rêveberiyeke hevbeş û hêzên ewlehiyê yên hevbeş (Kurdistanî û Federal) ve bêne birêvebirin, da ku mafên hemû pêkhateyan werin parastin û pêşî li guhertinên demografîk were girtin.

K24

Kurdistan Haberleri

Kawa Ezîzî: Dema wê hatiye ku li Rojavayê Kurdistanê hejmûniya PKKê bi dawî bibe û navmala kurd bê rêxistin kirin
Amerîkayê êrişî Îranê kir
Gelê Amûdê li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî derket qadan
Mamosteyên Kurd biryara Wezareta Perwerdeyê red kir
Rêjîma Îranê ji çendîn bajaran ve mûşek avêtine welatên cîran û deverê