Partiyên Kurdistanî bersiv da Bahçelî: ‘Heta statu nebe çekdanîn nabe’

.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di hevpeyvîneke xwe de got ku banga çekdanîna Abdullah Ocalan, Rojavayê Kurdistanê jî li xwe digire.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li dijî vê yekê derdikevin û dibêjin, nabe ku ev yek li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê bê ferzkirin.

Li gorî PSK û PWKyê divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê berê statuya xwe ya fermî bi dest bixin, bi awayekî navneteweyî bidin qebûlkirin û paşê biryara vê yekê bidin.

Pêvajoya aştî û çareseriyê bi nîqaşên nû didome.

Gelo çekdanîna PKKyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li xwe digire yan na?

Li gorî Devlet Bahçelî, banga çekdanîna Abdullah Ocalan HSDyê jî li xwe digire.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), çekdanîna HSDyê wekî metirsiyeke mezin dibîne.

Li gorî birêvebirên PSKyê, di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de ne pêkan e ku Kurd dev ji çekan berdin.

"HSD bi gotina Bahçelî çekan bernade"

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel wiha got:

"Ev siyaseteke şaş e, ev siyaseteke xelet e.

Tirkiye dibe pirsgirêkên xwe dike nava Rojava û Sûriyeyê.

Pirsgirêkên Tirkiyeyê zêdetirî serê Tirkiyeyê ne, bi ser de jî dixwaze li Sûriyeyê pirsgirêk bidomin.

Tenê mesele çi ye? Dijayetiya Kurdan e. Bila Kurd nebin xwediyê statuyekê.

Divê Tirkiye vê siyaseta xwe biterikîne.

Eger neterikîne li wir jî pirsgirêk safî nabin, pirsgirêkan nikare safî bike.

Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin jî safî nabe.

HSD bi gotina Bahçelî çekan bernade û Ocalan jî gotinên ku li hewayê bimînin nabêje."

"Heta Kurd negihêjin statuyekê divê çekan bernedin"

Birêvebirên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî li hemberî daxwazên çekdanîna HSDyê ne razî ne.

Li gorî PWKyê heta li Rojavayê Kurdistanê statuyeke fermî ya navneteweyî çênebe, divê Kurd çekên di destê xwe de biparêzin.

Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay wiha axivî:

"Li Rojava bi ti awayî divê Kurd dev ji çekan bernedin û divê xwe biparêzin.

Rewşa Sûriyeyê li ber çavan e. Hîn dewleteke bi navê dewleta Sûriyeyê li holê nîne.

Li wê derê hinek hêzên desthilatdar hene, Kurd jî li herêma xwe desthilatdar in.

Bi awayeke xwezayî jiyana xwe didomînin û xwe diparêzin.

Lê ev hîn di nava qada navneteweyî de negihîştiye statuyekê.

Heta Kurd negihêjin statuyekê divê Kurd li wê derê dev ji çekan bernedin."

Çavên rayedarên dewleta Tirkiyeyê û çavên piraniya Kurdan jî niha li pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê ne.

Mijara çekdanîn an jî parastina çekan rojeva sereke ya her du aliyan e.

Maşallah Dekak / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Komîteyê hûrgiliyên êrişa li Kormorê eşkere kirin
Li Biradostê goreke bikom hat dîtin: Paşayek û 10 parêzvanên wî tê de ne
Amerîka hêzeke nû ya dronên êrişkar dişîne Rojhilata Navîn
Serok Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye
DÊREZOR - 250 şervanên HSDyê perwerdeya xwe temam kir