Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

.

 

Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKyê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn.

Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbûn kirin û di nav kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurdistanê yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê  jiyana xwe ji dest dabûn.

Em di 22yemîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.

01.02.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Birîtaniyayê jî daye zanîn ku dê spaha pasdaran bi terorîst nas bike
'Deriyê Rebîayê vedibe û Rêya Bipêşketinê tê re derbas dibe'
Serok Barzanî û Ehmed Şera peymana Şam û HSDê gotûbêj kirin
Li Bonnê bi hezaran hezar kes ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn yek deng
Nêçîrvan Barzanî: Şehîdên 1ê Sibatê sembola pêkvejiyan û yekrêziyê ne