Dewleta Îranê û rêxistinên terorî yên bi wê ve girêdayî, di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û li ser baregahên sivîlan ên partîyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de berdewam in.
Piştî ku şerê Îsraîl û Emerîkayê yê li dijî Îranê vê dawîyê destpê kir; Dewleta Îranê bi fuze û dronan gelek êrîş birin ser Balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê, Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê û baregehên sivîlan ên partîyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê. Her çiqas ev dron û fuze, ji alîyê Amerîka û hêzên hevpaymanîyê ve li hewa têne teqandin jî di encama van êrîşan de polîsekî asayişa Hewlêrê û 2 pêşmergeyên ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd ketin, polîsek, hinek pêşmerge û gelek kesên sivîl jî birîndar bûn.
Van êrîşên Dewleta Îranê û yên rêxistinên terorî yên bi wê ve girêdayî, nîşane û berhema sîyaseta wan ya dijminane ya li dijî miletê Kurd e, tehdîdek e li ser destkeftîyên Herêma Kurdistanê.
Dewleta Îranê, her ku nêzî têkçûn û rûxandinê dibe, êrîş, tehdît, gotar û sîyasetên xwe yên dijminane yên li dijî miletê Kurd zêdetir dike.
Dewletên dagirker bi sedan salin ku bi kuştin, jenosîd, zilm û zordarîyê nekarîbûn miletê û doza wî ya azadîyê ji holê rakin. Bêyî şik dê ji îropê ve jî dê nikaribin di vê armanca xwe ya qirêj de biserkevin.
Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê destkeftinake hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê ye; tu êrîş û tehdit dê nikaribe, vê destkeftinê ji holê rake, dê nikaribe rê li ber pêşkeftin û serkeftina gelê me yê Başûrê Kurdistanê bigre.
Li Rojhilatê Kurdistanê, Hevpeymanîya 6 Partîyên Sîyasî yê Kurdistana Îranê ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê cîhê hêvî û bawerîyê ye; destpêka serkeftinê ye. Em bi dil û can hevpeymanîya 6 partîyên Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin û hêvî dikin ku dê hemû alîyên din ên neteweyî, niştimanî himbêz bike.
Em êrîşên Dewleta Îranê û rêxistinên terorî yên bi wê ve girêdayî yên li ser Herêma Kurdistanê û li ser partîyên Rojhilatê Kurdistanê protesto û şermezar dikin.
Bi hêvîya ku Rejîma Dewleta Îranê birûxe; gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê li ser axa xwe, bi statuyeke milî, coğrafik, sîyasî mafê xwe îdare kirine, azadîya xwe bidest bixe; ji bo hemû gelên Îranê rêya azadî, wekhevî, demokrasi û edaletê vebe.
Em bi dil û can li gel xuşk û birayên xwe yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne.
09.03.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)