Partiya Çep a Almanyayê: Kurd li Helebê ji ber ku Kurd in tên qirkirin

.

Berdevka Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) ya Kar û Barên Derve Cansu Ozdemîrê, dilgiraniya xwe li hemberî bêdengiya hikûmeta welatê xwe ya li ser bûyên li Helebê nîşan da û got, "Kurd li wê derê ji ber ku Kurd in tên qirkirin."

Berdevka Partiya Çep a Kar û Barên Derve Cansu Ozdemîrê îro li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa Helebê de peyamek belav kir.

Ozdemîrê di parvekirina xwe de diyar kir, "Wêne û vîdeoyên ji Helebê tên tirsnak in. Xelk li wê derê hatine şkencekirin, revandin û kuştin."

Cansu Ozdemîrê her wiha destnîşan kir, "Kurd tên qirkirin ji ber ku Kurd in."

"Hevparên nû yên îslamîst"

Siyasetmedara Kurd rexne li hikûmeta welatê xwe girt ku ji bo rêlibergirtina wan êrişan tevdîrên pêwîst wernegirtine û got:

"Hikûmeta Federal bêdeng e ji ber ku terorîstên Îslamîst hevparên wan ên nû ne."

Şerê li Helebê

Sêşema borî, Artêşa Ereban and Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên bajarê Helebê kiribû.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) yên wan taxan jî ku girêdayî Rêveberiya Xweser in, bersiva êrişan dabû û rûbirûyî wan bibûn.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan