Parlementoya Yekîtîya Ewropayê derçûna Brîtanya pesend kir

Êvara doh roja çarşemê Perlemantoya Yekîtîya Ewropayê bi awayekî dawî derçûna Brîtanyayê ji endamtîya Yekîtîya Ewropayê (YE) pesend kir.

Navenda Nûçeyan- Ajansa Rûsya Todayê belav kirîye Parlemantoya Ewrûpayê di civîna îro da bi zorîneya dengan, derçûna Brîtanyayê ji YEyê pesend kir.

Ji îro bi şûnda endamtîya Brîtanya ya YEyê bi dawî bû. Hikûmeta Brîtanyayê di sala 2016an da derbarê derçûna ji YEyê referandûm encam dabû û xelkê Brîtanyayê biryara wê yekê dabû ku Brîtanya ji YEyê vekişe.

Ji sala 2016an va hikûmetên Brîtanyayê pilanên derketina ji Ewrupa, ku bi navê Brexit tê nasîn birêvebiribûn.

Basnews

 

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir