Parlementoya Ewropayê  hîşyarî da Tirkiye

Parlementoya Yekîtiya Ewropayê îro hemahengî û piştevaniya xwe ji bo Yewnanistan û Qibrisê cardin anî ziman û daxwaz kir ku Tirkiye dest ji lêgerîn û pişkinîna li Deryaya Spî berde û li deverên kêşe li ser, li gazê negere.

Parlementoya Yekîtiya Ewropayê îro hemahengî û piştevaniya xwe ji bo Yewnanistan û Qibrisê cardin anî ziman û daxwaz kir ku Tirkiye dest ji lêgerîn û pişkinîna li Deryaya Spî berde û li deverên kêşe li ser, li gazê negere.

Herwiha Parlementoya Yekîtiya Ewropayê reftarên Tirkiyê yên li devera aborî ya Yewnanistan û Qibrisê şermezar kir.

Şermezarkirina Tirkiyê bi biryarekê bû ku 601 parlementerên Ewropî deng dan û tenê 57 parlementer nerazî bûn û 36 parlementer jî bêdeng man.

Parlementoya Yekîtiya Ewropayê nîgeraniya xwe ya kûr li ser berdewamiya milmilaniyên herêmê û serkêşana bo milmilaniya serbazî di navbera endamên Yekîtiyê (Yewnanistan û Qibris) ligel welatekî endamê NATOyê nîşan da.

Herwiha daxwaz kir ku Tirkiye rêya danûstandinê bigre ber xwe û nîgeraniya xwe li ser rewşa peywendiyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê nîşan da û tekez kir ku divê hemû wan hêzên çekdarî yên ku şandine herêmê, vekişînin.

Yekîtiya Ewropayê dûr nabîne ku di vê çarçoveyê de siza bi ser Tirkiyê de bisepîne û hewl bide Enqerê neçar bike ku bi rêya sizayan ji biryar û siyaseta wê ya yekalî, wê dûr bixe.

 

Avrupa Haberleri

Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê
Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend