Parlementerên kurd yên Îranê li ser heqareta li hember çanda kurdî, nameyek ji Xaminêyî re şandin

.

Hemû parlamenterên Kurd ên li parlamentoya Îranê nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xaminêyî re şandin û rexne li ragihandin û kanalên fermî yên Îranê girtin û diyar kirin ku li Îranê bêrêzî û heqaret li çanda kêmnetewan tê kirin, bi taybetî jî li Kurdan.

Duhî nûnerên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li Parlamentoya Îranê nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xaminêyî re şandin.

Parlamenterên Kurd di nameya xwe de diyar kirine ku li kanalên fermî yên Îranê, bêrêzî li çand û hunera kêmnetewan tê kirin.

Herwiha destnîşan kirine ku berdewambûna vê bêrêziyê, yekbûn û asayîşa niştimanî ya Îranê dixe metirsiyê.

Nameya parlamenterên Kurd piştî wê yekê hat, ku çend roj berê, pêşkêşvanê kanaleke Îranê, ji cil û bergên Kurdî re digot "cilên şivanan".

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand