Parlementerên kurd daniştina perlementoyê Iraqê boykot dikin

.

Ji ber parlementerên kurd beşdarî daniştina îro li Parlementoya Iraqê nebûn rêjeya yasayî ya daniştinê ya derbarê projeyasaya wergirtina deynê navxweyî temam nebû.

Biryar bû Parlementoya Iraqê projeyasaya wergirtina deynê derekî bi mebesta dabînkirina mûçeya fermanberan û kêmkirina bûdçeyê bicive.

Ligor zanyariyan ji ber beşdarnebûna parlementerên kurd di parlementoya Iraqê de bi armanca derbirîna nerazîbûnê ji ber hewla danîna mercên zêde li ser Herêma Kurdistanê beramber şandina mûçeya fermanberan parlementerên kurd parlementoya Iraqê boykot kirine û rêjeya yasayî temam nabûye û daniştin nehatiye encamdan.

Beşek ji aliyên siyasî yên şîe û sunne pêşniyaza wê yekê dikin mercên li ser Herma Kurdistanê werin girankirin û Herêma Kurdistanê were neçar kirin bo ku rojane 480 hezar bermîl neft radestî SOMOyê bike û hemû dahata xwe jî bide Bexdayê da ku Bexdayê û Hikûmeta Federal a Iraqê (320) milyar dînar mûçeya fermaneran bişîne ji Herêma Kurdistanê re.

Wê daxwaz û pêşniyara aliyên şîe û sunne yên Iraqê bûye sedema nîgeranî û boykotkirina parlementerên kurd li Bexdayê û beşdarî civîna parlementoya Iraqê nebûne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê