Parlementerekî Îranê: Tenê li Qomê 50 kes ji ber Koronayê mirine!

Hikûmet: Li seranserî Îranê tenê 12 kes mirine!

Navenda Nûçeyan - Parlementerekî Îranê ragihand, heta niha tenê li bajarê Qom yê Îranê 50 kes ji ber nexweşîya Koronayê mirine!

Parlementerê Îranê û nûnerê bajarê Qomê li parlementoyê, Ehmed Emîr Abadî Ferahanî ragihandîye, zêdetirî sê hefteyan e nexweşîya Koronayê li bajarê Qomê belav bûye lê hikûmetê dereng ev yek eşkere kir!

Ferahanî daye zanîn, heta niha herî kêm 50 kes li Qomê ji ber Koronayê mirine û herî kêm 250 kes jî pê ketine û di bin çavdêrîyê de ne!

Wî parlementerê Îranê hikûmet bi wê yekê tohmetbar kir ku li hember nexweşîya Koronayê xemsar e û tedbîrên pêwîst nagire.

Agahîyên wî parlementerî di demekî de ne ku li gorî amarên fermî, heta niha tenê 12 kesan li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane û 47 kes jî pê ketine.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Amerîkayê hişyariyeke nû da: Bi ti awayî neçin Îraqê
Bexda û Kerkûk ji PDKyê dixwazin vegere îdareya Kerkûkê
Dijeterora Kurdistanê: li Hewlêrê 8 dronên din ên bombekirî hatin êxistin
HAT NÛKIRIN - Komeleya Şoreşger: 9 Pêşmergeyên me şehîd ketin
Greva Birçîbûnê ya 1500 Girtiyên bin sizayê bidarvekirinê li Qizilhîsarê