Parlamentoya Iraqê îro serokomarê nû dê helbijêre

.

Biryar e îro bi mebesta hilbijartina serokomar Parlamentoya Iraqê bicive.

Li gor bernameya kar a desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê vê sibê 26ê Adara 2022yan di demjimêr 11:00an de parlamento bicive û serokomar were hilbijartin.

Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo Serokomariya Iraqê Rêber Ehmed piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xistiye, ku ji fraksiyonên Tevgera Sedir, PDK û Siyade pêk tê û herî zêde kursiyên vê hevpeymaniyê hene.

Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de ji bilî parlamenterên Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, hejmarek parlamenterên fraksiyonên din jî ragihandine, ku beşdarî civînê dibin, di nav wan de jî fraksyona "Ji Bo Gel" ku 17 kursiyên wê hene.

Hinek fraksyonên çarçoveya hemahengî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandine ku ew beşdarî civîna îro ya parlamentoyê nabin.

Ji bo ku rêjeya yasayî ya civîna parlamentoyê temam bibe, divê ji 329 parlamenterên Iraqê, 220 parlamenter li hola civînê amade bin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê