Parlamentoya Fînlandayê endambûna li NATOyê pesend kir

.

Roja duşemê mijara endambûna Fînlandayê li NATO, dê bibe yasa.

 Piştî ku çend meh li ser endambûna Fînlandayê li NATO hat axaftin, parlamentoya Fînlandayê di rûniştina xwe de bi piraniya dengên fraksiyonên li nav parlamentoyê, endambûna li NATO pesend kir.

Fînlanda dixwaze seqamgîrî û asayîşa welat parastî be, ji bo vê yekê jî endambûna Fînlandayê li NATO, çû parlamentoyê, serokên hemû fraksiyonan rizamendiya xwe ji bo endambûna NATO nîşan dan û hejmarek pirsyar li ser seqamgîrî û parastina welatê xwe û metirsiyên piştî endambûnê, arasteyî wezîrên derve û berevanî kirin.

Parlamenter û Endama Komîsyona Siyasetên Derve ya Fînlandayê ji K24ê re diyar kir: “Em weke Fînlandayê wisa bawer dikin ku em ligel Swêdê gelek nêzî hev in û berjewendiya me ya hevbeş heye. Em li bakurê Ewropayê jî ne û em dixwazin bi hev re di aramiyê de bijîn û ji aliyê netewî ve jî me bi hev re kar kiriye ji bo parastina sînorên me û di warê leşkeriyê de jî hevkariya me ya kûr û bihêz heye. Em herdu jî nêzîkî Deryaya Baltîkê ne û divê asayîşê biparêzin, ligel wê yekê ku hevkariya me bi Rûsyayê re hebû, lê em nikarin baweriyê pê bikin, ji ber ku gefên xwe gelek zêde kirine, ku hûn dizanin em dixwazin bibin endama NATOyê.”

Îro 14ê Gulana 2022yan hikûmeta Fînlandayê daxwaza endambûna xwe bo NATO pêşkêş dike, piştî nirxandinan, roja duşemê mijara endambûna Fînlandayê li NATO, dê bibe yasa.

K24

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir