Parlamentoya Ewrûpayê bi Tirkiyê re mizakereyên endametîyê bi demkî rawestand

Îro Parlamentoya Ewrûpayê bi 479 dengan guftûgoyên endametîyê bi Tirkiyê re bi demkî da rawestandin.

Di navbara Yekîtîya Ewrûpayê û Tirkiyê de di 3ê Cotmeha 2005ê de goftûgoyên endametîya Tirkiyê ji bo Yekîtîya Ewrûpayê dest pê kiribû. Îro Parlamentoya Ewrûpayê bi 479 dengan guftûgoyan bi demkî da rawestandin.  37 deng li dij û 107 parlamenter bêdeng man.

Yekîtîya Ewrûpa; Parlamentoya wê ji 751 parlamenteran pêk tê û 28 welêt endamên wê ne.

Di 15-16ê Desembera 2016ê de  28 serokên dewletên ku Yekîtîya Ewrûpayê pêk tînin dê li Burkselê bicivîn û  biryara dawî bidin.

Parlamentoya Ewrûpayê di pêşniyazên xwe yên  biryarê de heşt xal rêz kiriye û dibêje piştî derbeya nebiserketî ya 15ê Tirmeha 2016ê li Tirkiyê qewimî, hukimeta Tirkiyê tedbîrên ne di cî de wergirtiye û di jîyanê de tedbîqkiriye û xeta siyasî ku berê xwe daye kê ev xet ne bi prensibên yekîtîya Ewrûpayê re lihevkirî ye.

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar