Parlamentoya Ewropayê ew rêkara yasayî pesend kir ku pêşbînî dike îthalata gaza xwezayî û LNGyê ya ji Rûsyayê heta payîza 2027an bi temamî were rawestandin.
Ev biryar bi piraniyeke mezin a dengan hat qebûlkirin.
Parlamentoya Ewropayê ji bo bidawîanîna kirîna gaza xwezayî û gaza xwezayî ya şil (LNG) a ji Rûsyayê çiraya kesk pêxist.
Di rûniştina Komîteya Giştî ya li Strasbourga Fransayê de dengdan hat kirin.
Yasa li hemberî 120 dengên "na" bi 500 dengên "erê" hat qebûlkirin.
Li gorî biryara ku hat qebûlkirin, welatên Yekîtiya Ewropayê dê ji sala 2026an û pê ve dest bi qedexeya astî ya li ser gaza Rûsyayê bikin.
Di vê çarçoveyê de birina LNGyê dê heta dawiya sala 2026an bi temamî were bidawîanîn.
Gaza xwezayî ya ku bi rêya boriyan tê veguhastin jî dê herî dereng 30yê Îlona 2027an were rawestandin.
Ji bo ku yasa bikeve meriyetê, di qonaxa bê de erêkirina Konseya Yekîtiya Ewropayê pêwîst e.
Piştî pesendkirinê, biryar dê di Rojnameya Fermî de were weşandin û bi awayekî fermî bikeve meriyetê.
Yekîtiya Ewropayê beriya şerê Ukraynayê ji sedî 45ê pêdiviya xwe ya gazê ji Rûsyayê dabîn dikir.
Lê bi tedbîrên dawî û peydakirina çavkaniyên alternatîf re ev rêje daketiye ji sedî 12an.
Bi vê biryara nû re armanc ew e ku girêdana Yekîtiya Ewropayê ya bi çavkaniyên enerjiya Rûsyayê bi temamî were bidawîanîn.