Parlamentoya Ewropayê di bernameyeka nû de tundûtûjiyên bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û haydarî da ku, armanckirina sivîlan û binpêkirinên li dijî Kurdan mimkin e bigihîjin asta "tawanên şer". Parlamenterên YEyê herwesa bang li Hikûmeta Sûriyeyê kir ku, mafên siyasî û çandî yên Kurdan di destûrê de binecih bike.
Parlamentoya Ewropayê îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) di civîna xwe de biryarnameyeka taybetî li ser rewşa bakur-rojhilatê Sûriyeyê pejirand.
Di wê biryarnameyê de, ku bi 363 dengan hat pejirandin, tekez li ser sê mijarên sereke hat kirin: girîngiya tenahiyê ji bo veguhestina desthilatê, parastina pirrengiya neteweyî û olî, xasma jî mafên Kurdan, herwesa zêdekirina bizavên YEyê ji bo pêşîgirtina li serhildana DAIŞê.
Parlamenterên Ewropayê di wê biryarnameyê de amaje da ku kuştin, windakirina bi zorê, girtina berela, koçberkirin û êrîşên li ser jêrxaneya sivîl wekî binpêkirinên xeter ên qanûna mirovî ya navneteweyî tên hesibandin û di hin rewşan de dikevin kategoriya "tawanên şer".
Li gorî raportên bawerpêkirî ên Neteweyên Yekbûyî û rêkxistinên nehikûmî, Parlamentoya navbirî nîgeraniya xwe li ser wan binpêkirinên li dijî şêniyên Kurd tên kirin anî ziman, wekî: "şêwandina terman, wêrankirina goristanan û bikaranîna teqemeniyan li deverên sivîl".
Parlamentoya Ewropayê pêşwaziya peymana vê dawiyê ya di navbera Şam û HSDê de dike. Parlamenter tekez dikin ku, divê îtîraf bi mafên sivîl û perwerdehiyê yên Kurdan bê kirin û bang li hemî aliyan dikin ku pabendî peymanan bibin.
Parlamentoya navbirî herwesa haydarî da Tirkiyeyê ku, xwe ji her kiryareka leşkerî an piştgirîkirina komên çekdar ku bibin sedema têkdana agirbestê dûr bikin.
Di pareka din a wê biryarnameyê de hatiye ku, tenahiya bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji bo veguhestina siyasî ya dadperwerane şertekê bingehîn e.
Wan parlamenteran bang li rayedarên Sûriyeyê kir ku, parastina mafên bingehîn ên hemî pêkhateyan (Ereb, Kurd, Sunnî, Şîe, Elewî, Xiristiyan, Durzî û Êzidî) misoger bikin.
Ew biryarname bi zelalî dibêje ku, "îtîrafkirina bi tevahî, wekheviya mafan û tevlîkirina siyasî ya Kurdan şertên veneqetandî ne ji bo Sûriyeyek tena" û bang li Hikûmeta Sûriyeyê kir ku, van mafan di destûrê de biçespîne, tevî parastina yekparçeyiya axa welat.
Nîgeraniyên li ser vekişîna Amerîkayê û mijara DAIŞê
Parlamentoya Ewropayê ji biryara Amerîkayê ya vekişîna hêzên wê ji Sûriye û Iraqê nîgeran e û bang li welatên YEyê kir ku, bizavên xwe zêdetir bikin da ku pêşiyê li DAIŞê bigirin ku careka din ji bo deverê û Ewropayê bibe gef. Parlamentoyê herwesa rola yekalîker a hêzên Kurdî, xasma jî şervanên jin, di şkandina DAIŞê de bilind nirxand.
Di derheqa girtiyên DAIŞê de, parlamenteran haydarî li ser xetera revîna çekdarên DAIŞê ji girtîgeh û kampên bakur-rojhilatê Sûriyeyê jî da. Amaje jî da ku, veguhestina berpirsiyariya wan girtiyan ji bo Iraqê nepiştrastiyê diafirîne.
Parlamentoya navbirî bang li welatên endam kir ku, welatiyên xwe û bi taybetî zarokan ji kampên Hol û Rojê werbigirin û mezinan jî di çarçoveya pêvajoyeka dadperwerane de dadgeh bikin.
Parlamentoya Ewropayê tekez jî kir ku, divê her rengekê serederiyê bi Sûriyeyê re bi hebûna pêşketina berçav di parastina sivîlan, pabendbûna bi agirbestê û rêzgirtina li mafên mirovan û kêmaniyan de be.
K24