Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin

.

Avahiya Parlamentoya Ewropayê ku navenda biryara yasadanînê ya 27 welatên endam ên yekîtiyê ye, derbarê aloziyên navbera Îsraîl û Amerîkayê yên li gel Îranê bûye qada nîqaşeke germ.

Piştî rexnegirtin û êrişên devkî yên li desthilatdarên Îranê, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê helwesta xwe ya fermî ragihand.

"Ewlehiya we ewlehiya me ye"

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê got:

“Endamên hêja, karê me yê sereke parastina welatiyên me û amadekariya ji bo bandorên vî şerî ye.

Cenabê Wezîr, Marilenaya hêja, ez dixwazim gelekî bi zelalî bibêjim; em hemû li vê derê bi hevxemiyeke temam li gel Qibrisê radiwestin, ewlehiya we ewlehiya me ye.

Em bandora vî şerî ya li ser sektora enerjiyê û Rojhilata Navîn dibînin.

Ji ber wan karên ku me van çend salên dawiyê kirine, niha bandor kêmtir li Ewropayê dibe çimkî kêmkirina hawirdekirina sotemeniya fosîlî û cihêrengkirina çavkaniyên enerjiyê ji bo me baş bû.

Lê ev nayê wê wateyê ku em dê rastî şoka bihayan neyên.

Bazara enerjiyê cîhanî ye û pirsgirêkên welatên Kendavê bandorê li ser bihayan li hemû cihên cîhanê dikin.”

Rexne li stratejiya Amerîka û Îsraîlê hatin girtin

Di nav hola sereke ya parlamentoyê de, Berpirsa Şandeya Parlamentoyê ya Pêwendiyên bi Îranê re amaje bi wê yekê kir ku ew ji bombebarankirina pêgehên leşkerî yên li nav Îranê fêm dikin lê wê ji ber nebûna stratejiyeke zelal a Amerîka û Îsraîlê rexne girtin.

Berpirsa Şandeya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ya Pêwendiyên bi Îranê re Hannah Neumannê ragihand:

“Dema em êrişên li nav Îranê dibînin ku êrişî baregehên leşkerî dikin, ez ji vê fêm dikim lê em dibînin ku êrişî cihên din jî tê kirin, loma fêhmkirina wê zehmet e.

Bi dîtina min gelekî girîng e dema Yekîtiya Ewropayê dibêje divê ev rejîma Îranê nemîne, di heman demê de ji Trump û Netanyahu re jî bibêje ku divê stratejiyeke wan a baş û zelal ji bo parastina canê sivîlan hebe. Loma divê em zextê li wan jî bikin.”

Banga girtina baregehên Amerîkayê

Li gorî baweriya beşek ji parlamenteran, divê li ser helwesta Serokwezîrê Spanyayê ya li dijî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yekdengiyeke Ewropî hebe.

Endamê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Thomas Geisel dibêje:

"Birêz Pedro Sanchezê Serokwezîrê Spanyayê karekî gelekî baş dike ku dibêje divê em destê xwe ji Amerîkayê re dirêj nekin, di vî şerî de alîkariya wan nekin û her wiha wan baregehan jî bigirin ku Amerîka bi kar tîne.

Bi rastî divê em di vî şerî de alîkariya wan nekin. Divê hemû gavên me ji bo wê bin ku ev şer di demeke herî nêzîk de bisekine û bi dawî bibe."

Ji bo wan xelkên ku ev parlamenter nûnertiya wan dikin, jiyan û xweşguzeraniya wan a rojane gelekî girîngtir e ji wê yekê ku bizanin kî û ji kû derê, bi hezaran kîlometreyan dûrî wan, mijûlî bombebaran û topbaranê ye.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin
Şêwirmendê Sûdan'ê, Xeta borîya Kurdistanê girînge, lê cîyê Gewrîra Hurmizê nagire