Parlamenterekî berê yê Iraqê: Li Iraqê 2.6 milyon karmendên mûçegirên sexte hene

.

Endamekî berê yê parlementoya Iraqê, ku di heman demê de cîgirê serokê Komîteya Destpakiyê bû, got ku 2.6 milyon kes bi neheqî mûçeyên sexte ji hikûmeta Iraqê werdigirin û bi tevahî 30 trîlyon dînar pare wisa diçe.

Dr. Omer Ebdulstar Mehmûd, ku pisporê siyaseta navneteweyî û endamê berê yê parlementoya Iraqê bû li ser tora xwe ya civakî X de nivîsand: Piştî zelalkirina mûçeyê Banka Navendî, bi giştî ji 5 milyon karmendan, milyonek û 600 hezar karmendên sexte hene ku hemû pareyê ji wan re tê dayîn mehane dike trîlyonek û 600 milyon dînar.

Ew parlametere bi zimanê rêveberê berê yê Desteyê yê Malnişînî ya Iraqê Ehmed El – Esedî ve aşkera kir: "Li Iraqê milyonek teqawîd û malnişînên Îranî, Misrî û Sûdanî hene ku mûçe werdigirin. Ev tê vê wateyê ku 2.6 milyon kes bi neheqî mûçeyan ji hikûmeta Iraqê werdigirin."

Herwaha dibêje: "Em hêvî dikin ku hikûmeta bê vê plana teserûfa 30 trîlyon dînar salane betal bike. Ev mîqdar bi budçeyên Sûriye, Lubnan û Urdunê re wekhev e.’’

BasNews 

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên