Malbateke li navçeya Dubisê ya Kerkûkê, Parlamenterê Partiya Teqedumê Muheymîn Hemdanî bi wê yekê tometbar kir ku ji ber endamtiya yekî ji kurên wan a di nava Pêşmerge de, avêtiye ser mala wan, gule berdane, destdirêjî li jinan kiriye, hewl daye kurê wan birevîne.
Her wiha wî li efserekî artêşê xistiye ku ku hewl daye rê li ber wî bigire.
Malbatê ev bûyer wekî "mînakeke berbiçav a nebûna dewletê" bi nav kir.
"Gef li me xwar ku çima me deng nedaye wî"
Endamê malbatê Mueyed Xelef, îro ji Rûdawê re ragihand ku beriya êrişê li ser Facebookê gef li wan hatiye xwarin û got, "Bi gotina 'Çima we ez nehilbijartim? Hûn sîxurên Kurdan in' gef li me xwar."
Mueyed Xelef wiha domand, "Parlamenter Muheymîn li me geriya û got ew dê bê mala me.
Bi rastî jî bi parêzvanên xwe re hat û gule berdan mala me. Êrişî dayika min û xwişkên min kir, telefonên me standin û li serpelekî artêşê yê berpirsê herêmê jî xist."
“Parlamenter bi xwe êriş pêk anî”
Xelef tekez kir ku kesê ku êriş pêk aniye, parlamenter bi xwe bûye û got, "Ev jî şopên guleyan in ku me wêne girtine."
Xelef diyar kir ku dayika wî li navenda polîsê Dubisê bi awayekî fermî gilî kiriye û got ku şahidên êrişa li ser dayik û xwişka wî û şikandina wesayîta wan hene û got:
“Ev hemû ji ber wê yekê ye ku ez Pêşmerge me. Polîsan delîl kom kirine.
Piştî bûyerê ti kes bi me re neket têkiliyê, ji ber ku ew îdia dike ku ew li Dubisê desthilata herî bilind e û ji her kesî bilindtir e, ji ber vê yekê guh nade ti kesî.
Ti kes tune ku me biparêze û tiştên ku vî parlamenterî kirine, nebûna dewletê nîşan didin."
"Ji wesaîtê peya bû û dest bi gulebarana mala me kir"
Dayik Hemde Ebdullah Hemze jî hûrgiliyên dema êrişê wiha vegot:
"7-8 wesayîtên reş ên camên wan fîlmkirî hatin ser me. Muheymîn peya bû û dest bi gulebarana mala me kir.
Min jê xwest ku raweste, got ew li Nofel digere, paşê ket hundirê malê û kurê min kaş kir, li min xist û hewl da kurê min bi wesayîtê bibe."
Hemde Ebdulah Hemze diyar kir ku wê doz li dijî parlamenter Muheymîn Hemdanî vekiriye û got:
"Ez li pey wan çûm û min kurê xwe hembêz kir. Li ser vê yekê wî û parêzvanên wî li min da.
Paşê vegeriya û li min û kurê min Mueyed xist û ji bo ku wî bikuje demançe danî ser serê wî.
Min demançe kişand û li şûna wî danî ser sînga xwe. Muheymîn li jina Mueyed da, sivikatî û heqaretên negotî li keça min kir, eşyayên malê şikandin.
Leşkeran hewl da destwerdanê bikin lê wî li efser jî xist û jê re got 'Li vir dewlet ez im'. Eger dewlet mafê min neparêze, ez dê biçim cem eşîra xwe ya li Bexdayê."
Mueyed Xelef Elewî her wiha got, "Hat û êrişî mala me kir û gule berdan.
Wî û parêzvanên wî li min da û wan xwest min bikujin. Eger xelk neketibûya navberê, wan dê ez biavêta bagaja wesayîtê û bibirana."
Mueyed Xelef Elewî diyar kir ku serpelekî bi navê Mihemed hewl daye rê li ber wan bigire lê parlamenter "şeqamek li wî xistiye û gotiye 'Li vir gotina min derbas dibe'."
Malbat ji dubarebûna êrişê bi fikar e
Hat zanîn ku malbat li benda tevgera dewletê ye û dosyeya dozê niha di destê polîsê Dubisê de ye.
Malbat ji ber ku ewlehiya wan nehatiye misogerkirin, ji dubarebûna êrişê bi fikar e.
Di vîdyoyên ku ji aliyê welatiyan ve li ser torên civakî hatine weşandin de, tê dîtin ku gule li maleke li navçeya Dubisê tê reşandin.
Di parvekirinan de tê gotin ku "êriş ji aliyê Parlamenterê Partiya Teqadumê Muheymîn Hemdanî ve ji ber şîroveyeke li ser Facebookê hatiye kirin."
Di vîdyoyan de, tê dîtin ku bi awayekî dijwar gule li malê tê reşandin û camên wesayîteke ku di hundirê malê de parkkirî ye, hatine şikandin.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku piştî bûyera ku di nav xelkê de bûbû sedema panîkê, hêzên ewlehiyê ketine tevgerê û ofîsa parlamenter dorpêç kirine.