Parlamentera Alman: Divê Sûriye federal û nenavendî be

.

Endameke Parlamentoya Federal a Almanyayê hişyariyê dide ku nabe mafên netewe û pêkhateyên Sûriyeyê ji aliyê hikûmeta veguhêz ve bên paşguhkirin û sîstema federal ji bo Sûriyeyê wekî çareseriya guncaw dibîne.

Endama Koma Keskan a Parlamentoya Federal a Almanyayê Lamya Kaddorê ji nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re got, "Ji bo niha divê hizir li wê yekê were kirin ku Sûriyeyeke nenavendî û federal were damezirandin."

Li gorî baweriya parlamenterê, eger sîstema federal were avakirin jî divê ji bo parastin û başkirina wê kar were kirin û mînaka Îraqê nîşan da: "Hîn jî hemû tişt li gorî federalîzmê kar nake."

“Divê hemû pêkhate wekhev bin”

Lamya Kaddorê her wiha got, "Divê hemû komên niştecihan li Sûriyeyê wekhev werin dîtin, temam wekhev bin, xwedî mafên tam bin û werin piştrastkirin. Eger ev yek neyê kirin û ser nekeve, Sûriye dê vegere wê rewşa ku nû jê derketiye."

Derbarê vexwendina Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer a Berlînê û civîna bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re, parlamentera Alman got: "Ez jî hest pê dikim ku bi her awayî be dixwazin beşekî Sûriyeyiyan bişînin welatê wan."

Wê şertên welatê xwe yên ji bo piştgiriya Sûriyeyê jî eşkere kirin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Lamya Kaddorê re wiha ye:

Rûdaw: Lamya Xanim, spas ji bo we. Helwesta we wekî Partiya Keskan li hemberî desthilatdarên niha yên Şamê çi ye?

Lamya Kaddor: Hêvî û çaverêya me heta astekê ew e ku Sûriye aram bibe. Wate desthilata veguhêz karibe welêt û niştecihan yekgirtî û aram bike. Bê guman piştî 54 salên dîktatoriyê û piştî 13 salên şer û Bihara Erebî ev yekgirtin zehmet bûye.

Loma çaverêyî ji her serokî be, çi Ehmed Şer be yan kesekî din, ew e ku welat aram bibe, civak bibe yek û bi giştî li herêmê aramiyek hebe. Bi awayekî ku Îran û hêzên wê, wekî mînak Hizbulah werin paşvekişandin û Rûsya xwedî roleke ew qasî mezin nebe.

Lê daxwaz ew bû ku di dawiyê de welat ji dagirkeriya Tirkiyeyê rizgar bibe û di heman demê de Îsraîl jî êrişên xwe yên li başûrê Sûriyeyê rawestîne, da ku dîtineke me hebe û em zanibin ev welat ber bi kû ve diçe? Loma bi baweriya min û Partiya Keskan hîn Sûriye li qiraxa metirsiyê ye, ne aram e yan aramiya wê lerzok e. Ez di binavkirina rewşa welêt a bi vî rengî de gelekî baldar im.

Rûdaw: Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman ji hevkarên min re li Washingtonê got ku piştî serdana Sûriyeyê (bê guman hûn jî bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re çûbûn Sûriyeyê) wî dîtiye ku xelkekî zêde yê Ereb daxwaz dikin navê komarê bikin Komara Sûriyeyê û hikûmet û desthilat navendî be. Hûn wekî parlamentereke Alman-Sûriyeyî çawa li vê daxwazê dinêrin?

Lamya Kaddor: Ez wekî Almanekê tenê federalîzmê ji bo Sûriyeyê baş dibînim. Wate em bi vê sîstemê re dijîn, ez li vir ji dayîk bûme û mezin bûme, di bingeh de tenê federaliyê dizanim. Navendîbûn tenê di Sûriyeya berê de hebû û min dizanî. Ji bo niha divê hizir li wê yekê were kirin ku Sûriyeyeke nenavendî û federal were damezirandin.

Bê guman ev rêyeke gelekî balkêş e, lê ez bawer im pêwendiya di navbera herêmên federal û hikûmeta navendî de pêwîst e û divê pêwendiyeke baş be. Berpirsyarî li kû ye? Divê ev li Almanyayê jî were zelalkirin.

Em di astên şaredarî, siyaseta herêmî û siyaseta federal de kar dikin, astên me yên cuda hene. Ez bawer im divê ev di destûra Sûriyeyê de were çespandin. Lê federalî her wisa çênabe. Binêrin li Îraqê sîstem bixweber rewşeke baştir nayîne. Li Îraqê di herêmên federal de hîn gendelî heye, hîn hemû tişt li gorî federaliyê kar nake, bo mînak binesazî.

Loma ev bi tenê ne garantiya wê yekê ye ku komên cuda yên niştecihan li Sûriyeyê, wekê mînak Kurd, Elewî û Durzî li gorî pêwîst werin parastin. Ev îhtîmalek e. Sîstem wê demê kar dike ku hikûmeta navendî bi hevkariya herêman biryarê bide. Ez niha vê yekê li Sûriyeyê nabînim. Nizanim dibe ku gava bê be yan yek ji gavan be. Ez vê yekê di hikûmeta veguhêz de nabînim ku bibêjim ev dîtineke mezin e.

Pêwîst e em karibin Sûriyeyê dabeşî navçe yan beş yan herêmên cuda bikin. Wekî vir (Almanya) herêmên federal hebin, paşê her herêmek karibe piçekî ji bo xwe kar bike. Lê pirs ew e, gelo di her demê de ku rewşeke siyasî çêbibe yan mixalefetek bi awayekî bihêz li Sûriyeyê derkeve bi piştgiriyeke zêde ya niştecihan, ma pêkan e hemû tişt were guhertin? Ez bawer im ev yek ji bo niha salek piştî Esed rû nade.

Pirsên din jî hene, mirov li benda çi ye? Ez wekî jineke Sûriyeyî ku salane diçûm Sûriyeyê, bê guman ji bilî 15 salên borî ku min nekarî biçim, tişta yekem çaverê nakim ku piştî wan salên şer hemû tişt baş bimeşe. Lê çaverê dikim tawanbar werin dîtin û cezakirin, lêpirsîn bi wan re were kirin.

Çaverê dikim hemû beşên Sûriyeyê, hemû komên niştecihan bi çavekî wekhev werin dîtin, temam wekhev bin, mafên wan ên tam hebin û werin piştrastkirin. Eger ev neyê kirin û ser nekeve, Sûriye dê vegere wê rewşa ku nû jê derketiye.

Rûdaw: Birêz Kaddor, Friedrich Merz ji raya giştî re ragihand ku wî Ehmed Şer dawetî Berlînê kiriye. Hûn dê çi ji Ehmed Şer re bibêjin eger hûn li Berlînê wî bibînin? Bi taybetî li ser rewşa Sûriyeyê, rêkeftina navbera HSD û Şamê, rewşa Durzî û Elewiyan?

Lamya Kaddor: Dibe ku ez bi xwe wekî kesek pê re neaxivim, lê eger ez pê re biaxivim yan herî kêm bi endamên hikûmeta wî re, divê mijar wiha be: Ji bo min girîng e wekî endameke ku malbata min Erebên Sunî ne, çaverê dikim ku wekhevî ji bo hemû niştecihan hebe û ew armanc pêk were.

Ez nizanim paşeroja Sûriyeyê dê çawa be, lê eger hemû xwedî heman mafî nebin û heman derfeta beşdariyê nebe û garantî jî ji bo vê tune be, welat dê parçe parçe bibe. Çimkî hêzên cuda tê de hene. Erebên Sunî niha bi awayekî ne ku dibêjin “bila em Kurdan paşguh bikin”, Elewî û Durzî jî bi heman awayî.

Hêza Kurdan jî heye, ew jî dibêjin berjewendiya me di wî welatî de heye. Ew rewş berdewam amade ye ji bo teqînê. Rastî bibêjim eger ev rû bide dê karesat be, ne tenê ji bo Sûriyeyê belkî ji bo hemû herêmê jî. Herêm dê ne aram be.

Eger otonomî bidin Kurdan, bi rastî divê şêweyê wê bi temamî were diyarkirin. Hîn dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê heye, demeke dirêj e ev nehatiye çareserkirin. Lê ji bo demkurt em nikarin li ser federaliyê biaxivin, ez niha vê nabînim. Belkî divê destpêkê mijar ew be ku welat bi temamî aram bibe. Ji bo demdirêj jî divê dîtinek hebe. Pêwîst e hikûmeta niha kar bike ka dîtina wê ji bo paşerojê çi ye? Çar heta pênc salên bê dê rewşa Sûriyeyê çi lê were?

Rûdaw: Pirsa min a dawî; hûn bawer dikin ku vexwendina Ehmed Şer a ji bo Berlînê tenê ji bo siyaseta koç û penaberan be ku niha mijareke germ e li Almanyayê? Ji bo vê jî tê xwestin bi her awayî be hinek kes, tawanbar yan bê tawan ji bo Sûriyeyê werin şandin?

Lamya Kaddor: Rastî bibêjim ez jî hest bi vê dikim. Tişta ku li Parlamentoya Federal têdigihijim di partiyên hevpeyman de jî (her du partiyên xwişk ên Xiristiyan CDU/CSU), siyaseta derve bi awayekî yekgirtî di siyaseta navxweyî ya her du partiyan de tê diyarkirin. Wate siyasetmedarên navxweyî li wir dengê wan bilindtir e derbarê Sûriye û Sûriyeyiyan de.

Ev yek rave dike bê çima ew qas dijayetî li hemberî Johann Wadephul hebû. Çimkî siyasetmedarên CDUyê yan her du partiyan got rawestin em dixwazin guhertinê di siyaseta koçê de bikin, wate şandina xelkê û çîrokên wan. Ew nerazîbûn çîrok di nav de ye.

Ez bawer im Birêz Merz difikire ku em wekî Alman alîkariya mirovî pêşkêş bikin, ev eşkere ye. Piştgiriya me heye ji bo dadmendiyê di veguhastina wan de, di lêkolîna li ser tawanan de jî, wekî ku ji bo mînak Sednaya bibe muzexaneyek. Em wekî Almanya mixabin ezmûna me di wan çîrokan de heye.

Birêz Merz li hember de dibêje, em bi merc vê yekê dikin ku vegera Sûriyeyiyan e. Dibe ku daxwaza sêyem, çarem û pêncem li ser niştecih û kêmîneyan be, di demekê de ku divê bêhtir li ber çavan bên girtin. Gumana min heye ku bêhtir Xiristiyan werin pêşxistin û kêmtir Elewî, Durzî û Êzidî û pêkhateyên din ên Sûriyeyê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir
Çalakvanê Durzî: Pêkhateyên Sûriyeyê ji desthilata nû ya Şamê ditirsin
Hesen Mihemed Elî: Hikûmetê qebûl kir ku 3 firqeyên HSDyê hebin