Parlamentariya Leyla Zana tê daxistin

Parlamentariya Leyla Zana ku tu car rê nedanê bike, bi dengê Ak Partî û CHPê jê tê wergirtin.

Serokatiya Dîwana parlamentoya Tirkiyê ji bo ku Leyla Zana li gor usûlê sond nexwariye û ji ber wê yekê nikare beşdarî civînên parlamentoyê bibe, bi sedema ku demeke dirêjê beşdarî civînan nabe dosya wê ji bo Komîsyona ji endamên Komîsyona Qanûna Esasî û edaletê re hatibû şandin. Komîsyona 5 kesî ya haziriyê ku ji Ak Partî, CHP û ji HDPê pêk tê 4-1 biryar da ku ji bo parlamenteriya wê jê bê girtin. Biryara dawî civîna giştî ya parlamentoyê wê bide. Lê ji nuha ve diyar e, civîna giştî wê pêşniyara Komîsyona Amedekariyê bipejirîne û parlamentariya wê jê bê wergirtin. Leyla Zana parlamentera Agirî bû.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin