Parlamana Brîtanya Peymana Brexitê Pejirand

Parlamana Brîtanya peymana ser derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) pejirand.

Navenda Nûçeyan- Peymana bi navê Brexit tê zanîn li hember 234 dengan bi 358 dengan hat qebûl kirin.

Jiber ku piranîya civata jorîn di destê konservatîfan de ye û ew alîgirê Brexitê ne, li ber e ku Brexit li wir jî were pejirandin.

Ger civata jorîn jî peymanê bipejirîne, Brîtanya dê di 31’ê Çileyê de ji YE’ê derkeve.

Serokwezîrê Brîtaya Boris Johnson dîyar kir ku ger bernivîs were pejirandin dê ‘’hêrs û êşa ji referanduma Brexitê vir ve welat dagirtîye’’ bi dawî bibe.

Rikeberîya Brîtanya jî dide zanîn ku ger ew ji YE’ê derkevin ewê bo bazirganîya bi yekîtîyê re kêşe çêbin.

Dengê Amerîka

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir