Berpirsên Fransayê dizîna çend cewherên "binirx û dîrokî" ji Muzexaneya Louvreyê a Parîsê piştrast kir.
Li gorî Wezareta Karên Navxwe dizî îro sibe saet di 09:30ê de pêk hatiye.
Muzexaneya Louvreyê yek ji muzexaneyên herî mezin ên cîhanê ye û salane herî zêde geştyar serdana wê dikin.
Wezîra Çandê ya Fransayê Rachida Datiyê ragihand ku dizan di "operasyoneke çar xulekî" de hejmarek berhemên binirx dizîne.
Wezîr Datiyê her wiha da zanîn ku wan ji bo lêkolînan muzexane vala kiriye.
Dizî di nava çar xulekan de pêk hat
Li gorî berpirsan, çar diz saet di 09:30ê sibehê ji aliyê Çemê Seine ve bi asansoreke xizmetê xwe gihandine pencereyeke baskê Denonê yên muzexaneyê.
Diz ji wir derbasî Galeriya Apollonê bûne ku ev cih tenê 250 metreyan ji tabloya navdar a Mona Lisayê dûr e.
Dizan li wir 9 cewherên şehînşahiyê yên Fransayê dizîne û bi motorsîkletan reviyane.
Hat ragihandin ku di nav berhemên hatine dizîn de gerdane û taca xanima Împaratorê Fransayê Napoleonê Sêyem, Eugénie de Montijoyê jî hebûn.
Medyaya Fransayê jî ragihand ku polîs û hêzên ewlehiyê lêkolînên "forensîk" li cihê bûyerê dikin.
Zincîra diziyên Louvre derdewam dikin
Di dîroka Louvreyê de bûyerên diziyê her dem hebûne.
Wezîra Çandê Rachida Datiyê ji kenaleke Fransayê re axivî û wê got, "Tawanên organîzekirî îro berhemên hunerî dikin armanc.
Fransa welatekî xwedî mîrateyeke dewlemend e, ji ber vê yekê muzexaneyên me ji bo van tawanan bûne armanc."
Di dîroka Louvreyê de bûyera diziyê ya herî bi nav û deng, di sala 1911an de dizîna tabloya Mona Lisayê bûye.
Karmendekî berê yê muzexaneyê yê bi navê Vincenzo Peruggia ew tablo dizîbû û tablo du sal şûn de li Firenzeya Îtalyayê hatibû dîtin.
Muzexaneya Louvreyê yek ji mezintirîn muzexaneyên cîhanê ye.
Salane zêdetirî 9 milyon kes diçin Louvreyê û lê digerin.
Di muzexaneyê de li ser rûberê 60 hezar û 600 metrekareyî, nêzîkî 35 hezar berhemên hunerî yên wekî tablo, peyker û berhemên antîk ên ji serdemên cuda tên nîşandan.