Parêzgariyê biryar da konteyner bên valakirin: Semsûrî rabûn ser pêyan

.

Li parezgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê parêzgar biryar da ku konteynerên erdhejê heta 1ê Îlonê bên valakirin.

Mexdûrên erdheja 6ê Sibata 2023yan yên Semsûrî li hemberî biryara Parêzgarê Semsûrê nerazîbûn nîşan da û xwenîşandanek li dar xist.

Welatiyekî xwest ku dem ji wan re bê dayîn heta ku xaniyên wan temam dibin û got:

"Bila herî kêm derfetê bidin me heta ku xanî temam dibin û yekeyên niştecihbûnê amade dibin. Xaniyekî ku hatibe amadekirin nîne."

Welatî dibêjin, xaniyên ku ji bo wan hatine çêkirin, hê jî bi temamî ji bo jiyanê ne amade ne.

Gelek kêmasiyên binesaziyê hene û derfetên wan ên aborî jî nînin ku bi kirê bigirin heta xanî amade dibin.

"Em li welatê xwe bûne koçber"

Welatiyekî din jî ji ber bihabûna kirêyan xwest ku çareyek ji wan re bê dîtin wiha axivî:

"Em dê çawa pereyên kirê bidin? Em dê çawa xaniyekî bi 16-20 hezar lîreyî bigirin? Bila tiştekî ji mere bikin. Em li welatê xwe bûne koçber.”

Parêzgarê Semsûrê jî dibêje li bajêr gelek xanî temam bûne lê rêjeya niştecihbûnê li wan kêm e.

Parêzgar her wiha daxwaz dike tevî kêmasiyan welatî ji konteyneran biçin nav wan xaniyan.

"Xaniyê herî xerab ji konteynera herî baş"

Parêzgarê Semsûrê Osman Varol wiha got,“Divê navendên demkî yên hewandinê hêdî hêdî bên valakirin û bajar ji dîmenê xwe yê karesatê rizgar bibe.

Helbet ev di nav mehekê de nabe û demê dixwaze lê em dê vê pêvajoyê jî bilez bimeşînin.

Ez welatiyên me li ku derê bibînim vê şîretê li wan dikim. Xaniyê herî xerab ji konteynera herî baş û navendên demkî yên hewandinê qat bi qat baştir e.”

Li gorî parêzgariyê, Semsûrê û navçeyên wê di erdhejên wêranker ên 6ê Sibata 2023yan de ji sedî 34ê tevahiya avahî û xaniyên xwe ji dest dane.

Hikûmeta Tirkiyeyê plan dike li seranserê parêzgehê ji sedî 5 ji wê rêjeyê zêdetir avahiyên nû bixe şûna wan ku ji 74 hezar yekeyên niştecihbûnê, xanî û beşên serbixwe pêk tên

Siyaset Haberleri

TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin