Parêzgarê Bexdayê: Em dixwazin feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Kurdistanê werbigirin

.

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parêzgarê Bexdayê kir û di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevahengiyê bo başkirina xizmetkariyên giştî hat kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Parêzgarê Bexdayê Atwan Atwanî û şanda ligel wî kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser pêdivîtiya pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Bexda û parêzgehên din ên Îraqê ligel Herêma Kurdistanê hat kirin, bi armanca ku astê xizmetkariyên giştî bo welatiyan bê baştirkirin.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye diyarkirin: "Parêzgarê Bexdayê pesnê avedanî û pêşkeftina tevalî ya Herêma Kurdistanê kir û daxwaza xwe bo wergirtine feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê nîşan da."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo her hevkariyeke pêdivî ligel Bexda û parêzgehên din ên Îraqê tekez kir.

K24

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo rewşa kurê Serokê PAKê Husên Yezdanpena li gel wî axivî
Li Germiyanê 158 nêçîrvan hatin darizandin
Dadgehê biryar betal kiribû lê Îranê xwendekarê Kurd daleqand
Amerîka artêşeke robotan ava dike
“Mala Ezdaî Kalkarê” merasîmek ji bo jenosîda li dijî Ezdiyên Şingalê hat lidarxistin