Parêzeran ji Amedê bangî Barrack kir: Rêzê li daxwazên Kurdan bigire!

.

 Komeke hiqûqnasan bi pêşengiya parêzer Sedat Çinar, ji ber helwesta wî ya li dijî daxwazên Rêveberiya Xweser, nameyek ji Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Sûriyeyê Thomas Barrack re şand.

Hinek parêzerên li Amedê nameyeke rexneyî li ser gotinên Tom Barrack nivîsand ku wî gotibû:

“Pêwîst e Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bêyî otonomî yan federalîzmê tevlî rêveberiya nû ya Şamê bibe yan Amerîka dê xwe ji navbeynkariyê vekişîne û HSD dê bi Tirkiye û Şamê re rûbirûyî pirsgirêkan bibe.”

Serokên berê û yên niha yên Baroya Amedê jî di nav kesên ku name îmze kiriye de hene.

Di nameyê de Barrack hat şermezarkirin û jê hat xwestin ku rêzê li daxwazên rewa yên Kurdan bigire.

Her wiha hat gotin ku axaftinên Barrack dê cesaretê bidin komên radîkal ên wekî Heyeta Tehrîr el-Şamê (HTŞ).

Name ji bo ku bigihîje Barrack radestî Baroya Amedê hat kirin û baro jî dê nameyê ji Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê re bişîne.

“Kurd 200 sal in têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê didomînin”

Nameya ku Birêvebiriya Baroya Amedê jî îmze kiriye wiha ye:

“Wekî ku hûn jî dizanin, di çarçoveya polîtîkayên navendîkirina dewletê yên Împaratoriya Osmanî de, mîrektî û mîrnişînên Kurdan ji holê hatin rakirin û bi zorê bi navendê ve hatin girêdan.

Bi vê pêvajoyê re bingeha dîroka bipevçûn û biêş a du sedsalên dawî Kurdan hat danî.

Her çend ev têkoşîn tijî têkçûn, xwîn û hêsir be jî gelê Kurd înkar û koletî qebûl nekir û 200 sal in têkoşîna xwe ya ji bo hebûn, azadî û wekheviyê didomîne.

50 salên dawî li Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê zêdetirî 500 hezar Kurdan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest daye yan jî hatine kuştin.

Dema ku Kurdan wekî beşek ji koalîsyona navneteweyî li dijî dijminê hevpar ê mirovahiyê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê şer dikir, bi xwîn û canê xwe bedeleke nayê înkarkirin da.

“Axaftina we zererê dide prensîbên damezirandina Amarîkayê”

Lêbelê, gotinên we ya 'yek milet, yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye' ku daxwazên Kurdên Sûriye û Îraqê paşguh dike, ne tenê sîberê dixe ser vê têkoşîna birûmet, di heman demê de zererê dide prensîbên azadî û mafê çarenivîsa gelan ku felsefeya damezirandina Dewletên Yekbûyî ne.

Yek ji damezrînerên Amerîkayê Thomas Jefferson dibêje, 'Hikûmet meşrûiyeta xwe ji razîbûna gel werdigirin.'

Lê dema tu 'yekparêzî' û 'sîstema milet a Osmanî' diparêzî, armanc ne daxwazên wekheviyê yên nasnameyên cuda, lê armanca wê demê dibe xurtkirina amûra dewleta navendîparêz a tund.

“Kurdan di şerê DAIŞê de li ser navê mirovahiyê jî bedel dan”

Dema ku Kurdan li dijî dijminê hevpar ê mirovahiyê DAIŞê şer dikir, ne tenê ji bo azadiya xwe, lê li ser navê mirovahiyê jî bedel dan.

Paşguhkirina vê fedakariya Kurdên hevpeymanên we, bi gotina 'deynê me li hemberî wan nîne' ne tenê nankorî ye, di heman demê de korbûneke exlaqî ye.

Ya hê girantir, axaftina te ya navendîparêz cesatetê dide komên terorîst ên radîkal ên wekî HTŞyê.

Ev kom, nûnerên zîhniyetekê ne ku koletiya zayendî li ser jinên Êzidî û Xiristiyan ferz kir, Kurd, Erebên Elewî, Durzî û pêkhateyên din kirin hedef û kesên ku wekî wan nafikirin bi awayekî hovane tune kirin.

Gotinên we, dikarin êrişên nû yên van barbarên ku unîformaya DAIŞê ji xwe kirine û kravat girêdane, li dijî Kurd û civakên din ên cuda yên li Sûriyeyê rewa bikin, wan teşwîq bikin û zemînê ji pevçûnên nû re xweş bikin.

Ev helwest dê herêmê ber bi kaoseke kûrtir ve bibe.

“Daxwazên statuyê  yên Kurdan ne îmtiyaz e”

Daxwazên statuya 'nenavendî' yên Kurdan ên wekî federalîzm û otonomiyê, ne îmtiyaz û cihêkarî ye, berevajî vê, ew daxwazên herî kêm in ku ji bo avakirina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê pêwîst in.

Guhnedana van daxwazan, ne aştiyê lê pevçûnê geş dike. Em bi pênûsa hevnavê we Thomas Jefferson dipirsin:

'Hûn çawa hêvî dikin ku di dewleteke ku dê ji aliyê terorîstên barbar ên duh ve bê birêvebirin de, bi paşguhkirina îrade û daxwazên gelekî, sîstemeke adil ava bikin?'

“Rêzê li daxwazên rewa yên gelê Kurd bigirin”

Em bi hêrsa xwe ya li hemberî daxuyaniyên we yên dawî bangî we dikin: Rêzê li daxwazên rewa û heq ên gelê Kurd bigirin!

Ji ber ku senaryoya ku hûn hewl didin bêyî têgihiştina dîroka van xakan binivîsin, ne bi rastiya Kurdan û ne jî bi ya gelên din ên bindest re li hev nake. Edalet, bi guhdarîkirina dengê gelan pêkan e.

“Ev name, dengê hêrs û hêviya gelekî ye”

Hêviya me ji we ew e, bi pabendbûna bi ruhê hevpeymaniyê, bêyî jibîrkirina bedela giran a ku gelê Kurd daye, helwestekê nîşan bidin ku rêzê li daxwazên rewa yên gelê Kurd û civakên din ên li Sûriyeyê digire.

Em hêvî dikin ku hûn li şûna gotinên ku destê komên wekî HTŞyê xurt dikin û cesaretê didin zîhniyetên barbar, vîzyoneke ku cudahiyan hembêz dike, ewlehiyê komên dezavantaj diparêze û aştiyê dixe pêş derxînin holê.

Ev name, dengê hêrs û hêviya gelekî ye. Bi bibîrxistina ku di têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd de, para mîrasa azadiyê ya Jefferson jî heye û em hêvî dikin ku hûn di axaftinên xwe yên ji niha û pê de guh bidin vî dengî.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Em piştgirîyê didin nameya hiqûqnasên Amedê ya ji Thomas Barrack re
Durziyan Siwêda wekî ‘herêma karesatê’ îlan kir: ‘Korîdora di navbera me û Kurdan de vekin’
Rêveberiya Xweser alîkarî şandin Siwêdayê
Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aymaz dixwaze bibe şaredara Kolnê
Daxwaza betalkirina fermanên girtinê yên ji bo Netanyahu û Gallant hat redkirin