Papa: Mirinên koçberan, birînên mirovahiyê ne

.

Rêberê Dêra Katolîk û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francîs, di axaftina xwe ya piştî îbadeta heftane de li ser mijara mirinên koçberan rawestiya. Papa got ku “Mirinên koçberan, birînên vekirî yên mirovahiyê ne.”

Papa, di axaftina xwe ya piştî nimêja yekşemê ya li Vatîkanê de bal kişand ser mirina 41 kesan ku hefteya borî li peravên Îtalyayê ji ber noqbûna beleme rû dabû, wiha axivî:

“Çend roj berê li Behra Spî qezayeke din a keştiyê ya trajîk çêbû û 41 kesan canên xwe ji dest dan. Min ji wan re dua kir. Divê em bi êş û şerm vê yekê bibêjin. Ji destpêka vê salê ve hema hema 2000 mêr, jin û zarok di vê deryayê de mirin ku hewil didan xwe bigihînin Ewropayê. Ev, birîna vekirî ya mirovahiyê ye.”

Papa, banga hewildanên siyasî û dîplomatîk ên ji bo dermankirina vê birînê bi hestên hevgirtin û biratiyê kir û destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide biryardariya kesên ku ji bo rizgarkirina koçberan dixebitin.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin