Papa: Kuştina zarokan nayê qebûlkirin

.

Papa Francîs roja Yekşemê hişyarî da ku dibe rewşa aloziyên di navber Îsraîl Û Fîlistiyan de zêdetir bibe, û kuştina sivîlan weke "şermezariyek ku nayê qebûl kirin" wesif kir.

Di dema nivêja heftane ya roja Yekşemê de, papa Francîs got "Di van rojan de, pevçûnên çekdarî yên bi şîdet di navbera kerta Gaza û Îsraîlê de rû didin baladestî heye, weha dibe ku êdî bibe mirinek domdar û wêrankar."

Papa yê 84 salî dîsan got "Gelek kes birîndar bûne, û gelek bêtawan hatine kuştin, di nav de zarok hene, ev karek şermezarîye û nayê qebûl kirin."

Herwiha wî got "Ez dipirsim: Nehezî û Tolhildan dê me ber bi ku de bibin? Gelo bi rastî em di wê bawerê dane ku em bikarin aştiyê bi rêka em hevdu jinav bibin çêkin?"

Papa ev gotin di dema kombûnek qelebalix ya roja Yekşêmê de li "Saint Peter's Square" meydana St. Peters li Vatîkanê-Vatican gotin, ku sibeya îro Yekşemê papa weke nivêjeke taybet bo Myanmarê û rawestandina şîdetê li wî welatî terxan kirbû.

Papa ku di gotara xwe ya heftane ya roja Yeklşemê de her tim balê dikişîne ser bûyerên hefteyê, di gotara xwe ya îro de wî bal kişand ser aloziyên li rojhilata navîn û daxwaza aramiyê kir û got "Daxwaza aramiyê dikim, bila berpirs çekan bêdeng bikin û bi alîkariya civaka navnetewî li ser riya aştiyê bimeşin."

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê