Papa Francis ji bo Sûriyê banga aştiyê û rawestandina şer kir

.

 Papayê Vatîkanê û rêberê olî yê xrîstiyanên katolîk ên cîhanê Papa Francis ku hefteya borî ji serdan Iraq û Kurdistanê vegeriya, di salvegera 10an a şerê navxweyî yê Sûriyê de banga pêkanîna aştiyê û bêdengkirina çekan kir.

Papa Francis bal kişand ser ku di şerê Sûriyê de bi taybet zarok, jin û pîrûkalan tundiyeke mezin dîtin û hêvî xwest, bi niyetpakî û dilpakî bibin hêviya gelê Sûriyê.

Papa Francis, di merasîma heftane ya olî ku li meydana Ezîz Petrus li dar xist de, banga aştiyê bo Sûriyê li aktorên civaka navdewletî kir . Papa êş û azarên zarok, jin û pîrûkalên li Sûriyê bi bîr xist û xwest şer bê rawestandin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin