Pantagon teyîd kir ku çek dide YPG

Adrian Rankine Galloway, berdevkê Pantagonê piştrastkir ku ew 200 wesayît dane Hêzên Suriyeya Demokratîk ku YPG hêza herî xurt e di nav de.

Adrian Rankine Gallowayê ku Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) piştrastkir ku Amerîka ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re wesayîtên zirhî şandine. Wek tê zanîn YPG hêza herî xurt a di nav HSD ye.

 Rankine Galloway di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir: “Me li gorî berpirsiyaretiyên heyî, ji bo hêzên ku li Sûriyê şerê DAIŞê dikin, wesayitên zirhî şandin. Ev wesayît, di rizgarkirina Reqayê de ji bombeyên destçêkirî yên DAIŞê biparêze.”

 Galloway diyar kir, berpirsyariyên ku serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama dabû nehatiye guhertin û siyaseta Pentagonê ya dayîna çekan ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û komên ereb ên li bin desthilatdariya wan, berdewam e.

 Herwiha Galloway anî ziman ku biryara şandina hêzeke bejayî ya 503 kesî neguheriye û got: “Em ji raya giştî re eşkere nakin ku li wê derê çend leşkerên me hene, lê sînora herî jor a hejmara 503ê me derbas nekir. Dibe ku hejmara leşkeran guherî be, li ser vê mijarê nikarim agahiyekê piştrast bikim yan red bikim.”

 Di cara ewil de 200 wesayît hatiye şandin û rojên bê wesayîtên nû dê werin şandin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin