PAKê seredana PDK-Îranê û PAK a Rojhilat kir

PAKê seredana du partîyên Rojhilatê Kurdistanê; PDK-Îran û PAK a Rojhilat kir

Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya roja 06.03.2017an , li Hewlêrê  seredana PDK-Îranê kirin.

Heyeta PAKê ji alîyê Mihemed Salih Qadrî yê nûnerê Hewlêrê  yê PDK-Îranê ve hate pêşewazî  kirin.

Her du aliyan di derbarê peywendîyên herdu partîyan û rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Hevdudîtina PAK û PDK-Îranê di atmosfereke germ û dostane de derbas bû.

Her roja 06.03.2017an Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya, li cepheya şerî ya Kerkûkê seredana PAK a Rojhilat kirin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAK a Rojhilat Husên Yezdanpena û rêveberên PAK a Rojhilat pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê