PAKê li Hewlêrê Seredana PAK a Rojhilatê Kurdistanê kir

PAKê piştgirîya xwe ji birayên xwe yên PAK a Rojhilata Kurdistanê re nîşan da û sersaxî ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Endamê Komîteya Bireveberîya Navendî (KBN)ya PAKê Orhan Kaya roja 10.01.2017an, li Hewlêrê, bi minasebeta sersaxîyê, seredana PAK a Rojhilatê Kurdistanê kir.

Endamê Mekteba Siyasî û nûnerê  Başûrê Kurdistanê yê PAK a Rojhilatê Kurdistanê Xelîl Nadirî pêşewazîya Orhan Kaya kir.

3 Pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê di roja 07.01.2017an, li Kerkûkê bi êrîşeke terorî ya DAIŞê hatibûn şehîd kirin.

Endamê KBN ya PAKê Orhan Kaya, di vê seredanê de, piştgirîya Partîya me  jibo birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û sersaxî ji PAKê, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re xwest.

Endamê Mekteba Sîyasî û nûnerê  Başûrê Kurdistanê yê PAKê Xelîl Nadirî ji ber vê seredanê û piştgirîya PAKê spasîya Orhan Kaya kir.

Herweha Orhan Kaya silav û peyama sersaxîyê ya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk jî gîhand  serkirdayetîya PAK a Rojhilatê Kurdistanê.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin