PAKê li Amedê ji bo dersa bijarte a kurdî broşur belav kir

.

PAKê roja 30ê Çileya Paşîna 2023yê li bazara roja duşemê ya Gereka Ofîs a Amedê ji bo dersên bijarte broşur belav kir.

Ji bo serîlêdana dersa bijarte ya kurdî 10ê Sibatê roja dawîyêye.

PAKê ji malbatan daxwaz kir ku bi formên dersên bijarte serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe, wek mafekî rewa û yasayî, dersa kurdî(Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî) hilbijêrin.

Gelê me yê Amedê bi eleqeyeke germ pêşewazîya broşurên PAKê kir.

PAK roja 31.01.2023yê dê li bazara gereka Bayramoglu ya Amêdê broşurên dersa bijarte belav bike.

30.01.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Serokwezîrê Iraqê: Em hemû kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin
ROJAVA - Kurd navên xwe dixwazin
PWK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Îlham Ehmed: Pêdivî bi parastina Kurdî û destûreke nû heye
Ehmed Şera li Enqereyê beşdarî 36’emîn Lûtkeya NATO’yê dibe