PAK û PSK: Divê şer raweste û dawî li çalakîyên çekdarî bên

Piştî teqîna 08.04.2020an li Pasûra Amedê û bi mirina 5 kesan encam bû PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) bi daxuyanîyeke hevpar belav kir.

Navenda Nûçeyan - Piştî teqîna 08.04.2020an li Pasûra Amedê û bi mirina 5 kesan encam bû PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) bi daxuyanîyeke hevpar belav kir.

Di daxuyanîya herdu partîyan de daxwaza rawestandina şer û dawî li çalakîyên çekdarî hat kirin.

Daxuyanîya PAK û PSKyê wiha ye:

 

“Di roja 08.04.2020an de li navçeya Pasûr a Amedê, di dema ku otomobîleke karkerên daristanê hildigire di rê de derbas dibe, teqînek çêbû û di vê teqînê de 5 sivîlan jiyana xwe jidest dan.Cîhêbalê ye kuev êrîşa di demeke weha bûye ku,

daxwaza ku jibo hemû girtîyên sîyasî jî bikaribin ji guhertinên Qanûna Înfazê feydê wergirin,ji alîyê gelek beşên civatê ve tê ziman.

Ev teqîna ku li Pasûrê rûdaye û bûye sebebê kuştina 5 sivîlan, careke dinjî, girîngî û pêwîstîya rawestandina şerî û bidawîanîna çalakîyên çekdarî danîye ber hemû alîyên peywendidar.

Îro li hemû cîhanê mirovahî li himberî corona vîrusê di nav seferberîyeke hevbeş de ne. Jibo ku mirov li mala xwe bimînin li her welatî bang têne kirin.Di rewşeke weha de,berdewamîya şerî û çalkîyên çekdarî, nîşana wê yekê ye ku hîna jî girîngîya xeterîya corona vîrusê nehatîye fêhm kirin û hîna jî Dewleta Tirkîyeyê bi isrardixwaze pirsa Kurd û Kurdistanêli ser esasê şîyaseta şerî çareser bike.

Belê nuha dema rawestandina şerî û dawî lê anîna çalakîyên çekdarî ne.Divêhemû alîyên peywendîdar, guh bidin vî dengêku ji wîjdanê bi milyonan mirovanbilind dibe.

Divê Dewleta Tirkîyeyê demildest dawîyê li şer û êrîşên xwe bîne û divê PKK jî demildest dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne, agirbestê îlan bike.

Aşkereye ku, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, di çareser kirina pirs û pirsgirêkan de, şer û êrîş û çalakîyên çekdarî, rê li ber rê û şêwe û amûrên sîyasî, demokratîk û sivîl digirin. Şer û çalakîyên çekdarî pirsgirêkên heyî aloztir û kûrtir dikin.

Jiber vê rastîyê jî, çareserîya bi rêya dîyalogê û bi rê û rêbazên aştîyane di berjewendîyên gelên me de ye.Ûem di wê bawerîyê de ne ku rawestandina şerî û dawîlêanîna çalakîyên çekdarî, dê bibe destpêka çareserîyeke bi vî rengî..

Hemû îmkanên aborî yên ku jibo şerî têne xerc kirin,divê li dijî xeterîya Corona Virüsê bêne bikaranîn.”

11.04.2020

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da