PAK-Swêdê Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson pîroz kir

.

PAK-Swêdê bi peyamekî Serokwezîra Swêdê ya nû Magdalena Andersson ji bo karê serokwezîrîyê pîroz kir.

Peyama PAK-Swêdê wiha ye:

Magdalena Anderssona hêja,

Li ser navê alîgirên partiya xwe (Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK) yên li Swêdê, ez pîrozbahiyê li we dikim ku hûn wekî jin, yekem car li Swêdê ji bo karê serokwezîrîyê hatine hilbijartinê. 

Hêvîdarim hikûmeta we ya di bin serokatiya we de hewl bide ku, Tirkiyê razî bike, guhertinên demokratîk û adîl di pirsgirêka Tirkiyê ya li hember gel û netewa Kurd de pêk bîne.


Ez careke din, ji bo wergirtina posta serokwezîrtiyê, we pîroz dikim û di kar û xebatên we yên ji bo Siwêd û Ewropayeke hîn adil, demokratîk û aştîxwaz serkeftina dixwazim.
Bi hêvîya peywendîyên guncaw..

Silavên germ


Seval Mert


Seroka Piştgirên 


Partiya Azadiya Kurdistanê li Ewropa

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand