PAK: Me Îro Welatperwerê Kurd Vakkas Çelik Li Gundê Wî Spart Axê

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) îro Welatperwerê Kurd Vakkas Çelik ku 27.03.2020an li Parîsê koça dawî kiribû, li gundê wî spart axê.

Welatperwerê Kurd Vakkas Çelik(Haydar/Cabîr) roja 27.03.2020an li bajarê Parîs a Fransayê jiber nexweşîya corona vîrusê koça dawî kiribû.

 

Îro di seet.15.00an de cenazeyê hevalê me yê welatperwer Vakkas Çelîk gihîşt Balafirgeha Dîlokê(Entab). Malbata Vakkas Çelik û heyeteke PAKê pêşewazîya cenazeyê rehmetî kirin bi otomobîleke taybet ya Beledîyeya Dîlokê berê xwe dan Sûrgûc a ku gundê rehmetî Vakkas. Sûrgûc gundekî navçeya Kelê ya li ser bajarê Dîloke ye.

 

Di rê de piştî navçeya Yavûzelî yê, hêzên Jandarmayên Dewleta Tirkîyeyê otomobîla cenazeyê stendin bin kontrola xwe.Li gundê Sûrgûcê jî Jandarmayan gotin PAK  ne partîyeke yasayî ye, jiber wê jî nehiştin heyeta PAKê çelenga PAKê deynin ser mezelê rehmetî Vakkas Çelik. Lê heyeta PAKê ev qebûl nekir  û îspat kirin ku PAK partîyeke yasayî ye. Piştî wê jî jandarmayan hiştin heyeta PAKê çelenga PAKê deynin ser mezelê rehmetî.

 

Jiber tedbîrên corona vîrusê gava ku roja 03.04.2020an kak Vakkas hate spartinî axê, Jandarmayan bes rê dan ku malbata rehmetî, heyeta PAKê û nûnerên gund li ser mezelî amade bin.

 

Ji gelek welatan bi hezaran dilê ku jibo wî lê didan, heval û dostên welatperwerê Kurd Vakkas  Çelik dixwestin beşdarî merasîma cenazeyê rehmetî bibin. Lê jiber tedbîrên corona vîrusê mixabin nikarîbûn beşdar bibin.

Kedkar û têkoşere welatperwer, dilsozê doza azadîya Kurdistanê Vakkas Çelik( Haydar/Cabir)  dê her di têkoşîna azadîyê de bijî.

 

03.04.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 


Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe