PAK: Malbatên Kurdan heta roja 21.01.2021ê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin

.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê rewşa kurdî daxuyaniyek belav kir û bang li malbatên kurd kir zarokên xwe li dersên kurdî qeyd bikin.

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Malbatên kurdan, heta roja 21.01.2021ê em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dersa bijarte, ango dersa zimanê kurdî di hemû dibistanan de ji bo xwendekarên pola 5,6,7 û 8ê mafek e û niha dema  serlêdanê vî mafî li dibistanan destpê kiriye û dê heta 22yê Çileya Paşîna  2021an berdewam be. Xwendekar divê  heta 21ê Çileya Paşîna 2021an dersên xwe bibijêrin û rêveberîya dibistana  xwe di vê derbarê de agahdar bikin.

Em wek miletê kurd ji alîyekî ve ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zamanê kurdî û fermî kirina zimanê kurdî divê em xebatên xwe  bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî divê em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de jî qeyd bikin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand