PAK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê da  di Hotêla Madimakê da hatine qetil kirin  bi rêzdarî bi bîr tînin

.

PAKê bi daxûyanîyeke Qetlîama Sêwasê şermazar kir qurbanîyen vê qetlîamê bi giramî bibîr anî.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê weha ye;

Di Temmûza 1993yan da, li Sêwasê, Şahîya Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr û hunermend jî beşdarî vê şahîyê bibûn.


Di roja 2yê Temmûza 1993yan da qalabalixîyeke mezin êrîşeke ne mirovane birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê da 33 Reweşenbîr û hunermed û 2 xebatkarên Hotêlê hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.


Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk ra dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.


Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.


Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatin vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine aşkere kirin, nehatine ceza kirin.


Em qesas û êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.


Em di 30emîn salvegera vê qetlîamê da, qurbanîyên qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

02.07.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Xwendekar û mamoste li Qamişloyê: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye
Rêxistinên zimanê kurdî dixwazin hejmara mamosteyên kurdî were zêdekirin
Dosyeya atomê ya Îranê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re hat şandin
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê lêkolîna li ser Sûriyeyê girt
Koçberên ji Serê Kaniyê di nav tirs û hêviyê de vegeriyan warê xwe